> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Enstîtuya Kurdî ya Parîsê 40 salîya xwe pîroz kiriye
- URL: https://www.botantimes.com/enstituya-kurdi-ya-parise-40-saliya-xwe-piroz-kiriye/
- Published: 2023-04-06T11:18:46.000Z
- Updated: 2023-04-06T11:18:46.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Enstîtuya Kurdî ya Parîsê 40 salîya xwe temam kiriye.

[Li gor nûçeya Rûdawê ](https://www.rudaw.net/kurmanci/world/050420232?ref=botantimes.com) li Parîs a paytexta Fransayê 40 salî ya damezrandina Enstîtuya Kurdî ya Parîsê hatiye pîrozkirin.

Enstîtuya Kurdî ya Parîsê di Sibata 1983an de hatibû avakirin, saziyeke çandî ya serbixwe ye ku rewşenbîr û hunermendên Kurd di bin banê xwe da kom dike.

Armanca wê ew e ku gelê kurd di warên ziman, dîrok û samana wî ya çandî de agahdar bike.

12 endamên komîteya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê hene. 4 ji wan Frans in û endamên Wezareta Navxwe, Rewşenbîr û Senator in ku çend beşên wek ziman, çand, mafên mirovan û civakî li xwe digire.