> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Erdal Kaya bi stand upa xwe ya nû vedigere ser dikan - Zikopişto
- URL: https://www.botantimes.com/erdal-kaya-bi-stand-upa-xwe-ya-nu-vedigere-ser-dikan-zikopisto/
- Published: 2024-10-13T15:42:18.000Z
- Updated: 2024-10-13T15:42:18.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Çand û huner, Hilbijartîyên Edîtoran, Nûçe, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Şanoger Erdal Kaya, piştî serkeftina standupa xwe ya "Vik û Vala", bi berhemeka nû ya bi navê "Zikopişto" vedigere ser dikan.

## Serkeftina "Vik û Vala"yê

Kaya bi standupa xwe ya "Vik û Vala" du salan, zêdetirî 100 caran, li gelek cihan lîstiye û bala gelek temaşevanan kişandiye. Ev stand up di gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê de hatiye pêşkêşkirin. Salonên ku Kaya lê derketiye ser dikê, hema hema her tim tijî bûne.

## Vegera bi "Zikopişto"yê

Niho Kaya amade ye ku bi standupa xwe ya nû "Zikopişto" derkeve pêşberî temaşevanan. Ev standup dê di meha Çirîya paşîn a sala 2024ê de bê pêşkêşkirin.

Dema Kayayî li Berlînê stand upa Vîkî Valayê dilîst nivîskarê Botan Timesê Ferîd Demirel jî li wê derê bû. Li gor [notên Demirel](https://www.botantimes.com/erdal-kaya-li-berline-bu/)î:

## Berhemeka înteraktîf

Standupa Kayayî înteraktîf e. Ew hewl dide ku temaşevanan jî têxe nav pêvajoyê. Di dema pêşkêşkirinê de, bi taybetî dema behsa girîngiya zimanê kurdî dike, temaşevan bi coş û peroş jê re li çepikan didin û piştgiriya wî dikin.

## Serkeftina li derveyî welêt

Li 9ê Çirîya pêşîn, li Berlînê, paytexta Almanyayê, Kaya li salona Atze Musiktheaterê derketiye pêşberî temaşevanan. Li vê derê jî derdora 350 kesî ew temaşe kirine û salonê tijî bûye.

---

Cihê pêşkêşkirina standupa nû "Zikopişto" hê nehatiye dîyarkirin û dê paşê bê ragihandin. Herwiha dîroka destpêka firotina bîletan jî dê di demeka nêzîk de bê eşkerekirin.

Çavkanî: Botan Times, Rênas Kaya