> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Erdogan: Li hemberî felaketên di vê astê de derfet têrê nakin
- URL: https://www.botantimes.com/erdogan-li-hemberi-felaketen-di-ve-aste-de-derfeten-tere-nakin/
- Published: 2023-03-16T11:38:15.000Z
- Updated: 2023-03-16T11:38:15.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Serokkomarê Tirkîyeyê Recep Tayyîp Erdogan der barê felaketên erdhej û lehiyê da got: "Li hemberî felaketên bi vî rengî îmkanên ku hene têrê nakin."

> Dema ku me hîna birînên karesata erdhejê derman dikirin, li heman herêmê jî em rastî karesata lehiyê hatin.  
>  
> Li Rica û Semsûrê di lehiya ku ji ber barana bê hempa barî de gelek welatiyên me jiyana xwe ji dest dan, li şêniyên me xisareke mezin çêbû.  
>  
> Serokkomar Erdogan

Li Semsûr û Rihayê ji ber barîna barana bi şid li her dû bajaran lehî rabibû.

Li Rihayê 13 li Semsûrê jî 2 kesin jîyana xwe ji dest dabû.

Lêgerîna bo 4 kesên wenda jî hê berdewam dike.