> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# 'Ew kesên Quranê dişewitînin ehmaq in'
- URL: https://www.botantimes.com/ew-kesen-quran-disewitinin-ehmaq-in/
- Published: 2023-02-01T09:11:32.000Z
- Updated: 2026-05-18T00:44:48.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Li Swêdê bûyera şewitandina Quranê ku gelek deng veda bû hê jî germahiya xwe ya di rojevê de di parêze.

Serokwezîrê Swêdê Kristersson, kesên li welêt Quranê dişewitînîn wekî 'ehmaq' binavkir.

Kristersson diyar kir ku, wan kesên quran dişewitînin ji hêzên derve re xizmetê dikin.

> Me dît ku aktorên biyanî, heta aktorên dewletê jî hewl didin bi van bûyeran bi awayekî rasterast zirarê bidin ewlekariya Swêdê.  
>  
> Serokwezîrê Swêdê Kristersso

Bixwîne: [https://www.botantimes.com/content/files/2026/05/serokwezire-swede-geleki-behurmeti-ye-1.html](https://www.botantimes.com/serokwezire-swede-geleki-behurmeti-ye/)

Di 22 Çileyê de li Swêdê siyasetmedarê rastgirê tundrew Rasmus Paludan li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Stockholmê Quran şewitandîbû.

Bûyera li Swêdê gelek karvedanan jî bi xwe re anîbû.