> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Demîrtaş: Ez dikarim bi Erdogan û Bahçelî re jî biaxivim
- URL: https://www.botantimes.com/ez-dikarim-bi-erdogan-u-bahceli-re-ji-biaxivim/
- Published: 2022-12-23T07:23:31.000Z
- Updated: 2022-12-23T07:23:31.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, AKP, akşener, bahçeli, CHP, DBP, Demirtaş, erdogan, HDP, #Migrated-1779047441378, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:50

Hevserokê berê yê Partiya Demokratik a Gelan (HDP) Selehatîn Demîrtaş dîyar kir ku ew dikare bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî re jî rûne.   
  
Demîrtaş di roportaja T24ê de got ku armanca wî dermankirina derdên milet e, û ew bo wê dikare bi rêberên partîyên din yên wek Erdogan û Bahçelî re bide û bistîne.

Demirtaş dîyar kir ku ew Seroka Partîya Îyî Meral Akşener jî di nav de dikare herkesî guhdar bike.   
  
“Ez sîyasetvanekî ji xwe bawer im, baweriya me bi fikrên me û bi projeyên me tê. Em dikarin herkesî guhdar bikin.'' Demîrtaş got.

Li ser pirsa HDP li namzetiya Serokê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu çawa dinêre, Demîrtaş dîyar kir kir ku kesê ku girêdayî prensîbên demokrasîyê be û wan pêşve bibe û deng û piştgirîya HDPê bigire û bal kişand ku di nav wan de Kiliçdaroglu jî heye.   
  
Akşener û Kiliçdaroglu rêberên muxalefeta bi 6 partî ne ku HDP heta niha ne bi wan re ye.