> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Festîvala Kurtefîlman dest pê dike
- URL: https://www.botantimes.com/festivala-kurtefilman-dest-pe-dike/
- Published: 2023-04-27T07:26:36.000Z
- Updated: 2023-04-27T07:26:36.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Derhêner, Festival, Kurd, Kurdi, Kurtefîlm, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

19emîn Festîvala Kurtefîlman a Akbankê di 2yê Gulanê da dest pê dike. Festîval dê li Akbank Sanat a li ser Kolana Taksîma Beyogluya Stenbolê li dar bikeve.

Ji bo festîvala îsal ji Tirkîyeyê û ji welatên din bi giştî ji 71 welatan 2237 kurtefîlmî serîlêdana xwe kiriye. Di nav van da ji 36 welatan 88 kurtefîlm û 3 fîlmên metrajdirêj hatine hilbijartin. Kurtefîlmên hatine hilbijartin dê bikevin pêşbazîyê jî û yên serketî dê bên xelatkirin. Di bernameyê de derhênerên kurd jî hene.

Festîval dê di 12ê Gulanê da bi dawî bibe.

Nîşandayîna kurtefîlman, beşdarîya atolye û semîneran bêpere ye. Lê ji ber cih teng e, ji bo semineran berî destpêkirinê yên bixwazin divê herin vexwendnameya xwe bigirin.