> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Fîlma 'Bîraxane'yê dê li çar bajaran bê nîşandan
- URL: https://www.botantimes.com/filma-biraxaneye-de-li-car-bajaran-be-nisandan/
- Published: 2023-08-21T08:50:14.000Z
- Updated: 2023-08-21T08:50:14.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Amed, Batman, Bilal Korkut, Bîraxane, Çilfilm, Kurd, Kurdî, Mêrdîn, Wan, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Fîlma *Bîraxane*yê ku derhêner û senarîstê wî Bilal Korkut e dê li bajarên Batman, Amed, Mêrdîn û Wanê bê nîşandan.

*Bîraxane* sala 2022yan li Mêrdînê hate teswîrkirin. Fîlm li yek mekanî derbas dibe û mijara fîlmê li ser helbestên şaîrê navdar ên Arjen Arî hatiye raçandin.

Filma *Bîraxane*yê promîera xwe ya cîhanî li 9emîn Festîvala Fîlman a Netneteweyî ya Duhokê pêk anî.

Hisên Hesen, Rowal Navgundî, Yavuz Akkuzu, Kemal Ulusay û Hilmi Demirer wekî lîstikvanên serekî di fîlmê rol digêrin.

Piştî demeka dirêj fîlm dê li çendîn bajarên kurdan bê nîşnandan. Bernameya nîşandanê fîlmê;

2yê Îlonê li Şanoya Rûtuela a Batmanê saet 20:00ê,

3yê Îlonê li Bezgin Bekira Amedê,

6 û 7ê Îlonê li Şaneşîna Mêrdînê û li Nisêbînê,

9ê Îlonê li Wanê di çarçoveya chalaKİNOyê dê bê nîşandan.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/08/Ekran-Resmi-2023-08-21-11.29.52-edited.png)

Bîraxane, yekem fîlma dirêj ya honakî ya Bilal Korkutî ye. Korkut, heta niha kurtefîlmên wekî *Li Pey Nanê Xwe*, *2 Rapor Ji Akademîyê Re*, *Ez Tusubasa Me* û *Çi Bikim?* berhem anîne.