> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Fîlma derhenerê kurd li Îtalyayê hat xelatkirin
- URL: https://www.botantimes.com/filma-derhenere-kurd-li-italyaye-hat-xelatkirin/
- Published: 2023-06-19T08:18:07.000Z
- Updated: 2023-06-19T08:18:07.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Kurtefîlma *Afarozê* ya derhênerê kurd Yilmaz Ozdilî li 17emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Riverê, Xelata Baştirîn Kurtefîlma Mafên Mirovan wergirtîye.

*Aforoz* heta niha beşdarî zêdetirî 50 festîvalan bûye û li 8 festîvalan jî xelat wergirtîye.

Kurtefîlma *Aforoz*ê li Yunanistan, Swêd û li Festîvala Duhokê ya Navnetewî xelatên baştirîn kurtefîlmê wergirtine.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/06/Yilmaz-Ozdil-2-e1687157621687.jpeg)

Filmê, herî dawî li Festîvala Riverê ya Îtalyayê, ku weke yek ji festîvalên herî biprestîj tê zanîn, xelata baştirîn kurtefîlmê bi dest ve anî.

Yilmaz Ozdîl, yek ji derhenerên kurd e ku di van salên dawî da fîlmên wî rastî elaqeyeka mezin tên û li festîvalên seranserê cîhanê tên nimayişkirin.

Fîlma Yilmaz Ozdîl, *Barê Giran* jî salên borî beşdarî gelek festîvalan bûbû û bi dehan xelat wergirtibûn.

https://vimeo.com/709803651

### Çîroka Fîlmê

Senaryoya fîlma *Aforoz*ê ji alîyê Yilmaz Ozdîlî ve hatîye nivîsin. Fîlm, Hîzana Bedlîsê hatibû teswîrkirin.

Çîroka *Aforoz*ê behsa rêwingî û rasthatina Ziko ve Lalo dike. Ziko, kesekî şêt û aqilsivik e ku di xewna xwe da sûcekê dike û ji ber vî sûcî bi biryara gundîyan ji gund tê derxistin û Ziko, dixwaze xwe bigihîne bajêr û di rê da jî Lalo dibîne û çîroka wan dest pê dike.

### Yilmaz Ozdîl kî ye?

Sala 1979an li navçeya Gever a Colemerêgê ji dayik bûye. Mastera xwe ya sînemayê li Zanîngeha Panthéon Sorbonne temam kirîye û sala 2013an li Zanîngeha Sorbonne Nouvelle derçûyê doktorayê ye, li Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê mamosta ye. *Aforoz*, duyemîn fîlma wî ya honakî ye.