> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Fîlma 'Gava Şitil Mezin Dibin' li Kolombiyayê hat xelatkirin
- URL: https://www.botantimes.com/filma-gava-sitil-mezin-dibin-li-kolombiyaye-hat-xelatkirin/
- Published: 2023-08-23T07:57:23.000Z
- Updated: 2023-08-23T07:57:23.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Festival, fılm, Rojava, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Fîlma *Gava Şitil Mezin Dibin* a ji alîyê Komîna Fîlman a Rojava ve hatiye çêkirin, li 10emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Fîlman a Mafên Mirovan a Kolombiyayê hatiye xelatkirin.

Li gor nûçeya Dîyarnameyê fîlm, xelata fîlma herî serkeftî a navneteweyî wergirtiye.

Ji 30 welatan, 30 fîlm beşdarî festîvalê bûne û festîval 19ê tebaxê hatiye lidarxistin.

Derhenerîya fîlmê Rêger Azad Kaya kiriye û Çîroka fîlmê li bajarê Kobanîyê yê rojavayê Kurdistanê derbas dibe. Huseyîn û malbata xwe ya li Kobanîyê dijîn û bi firotina mastî debara xwe dikin. Huseyîn û keça xwe Zelal ji bo mastî bifroşin berê xwe didin bajêr. Dema li kolanan digerin û hewil didin mastî bifroşin rastî zarokekî bi navê Hemud tên.

Fîlma *Gava Şitil Mezin Dibin* beriya niha jî li Ûrûgûay û Japonyayê jî xelatan girtibû.

Tê gotin dê vê mehê fîlm li Portekîzê li Festîvala Fîlman a Perîferîasê û li Swêdê li Festîvala Fîlman a Vasteras û Nordîcê bê nîşandan.