> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Fîlma Govenda Alî û Zîn li Diyarbekirê hate nîşandan
- URL: https://www.botantimes.com/filma-govenda-ali-u-zin-li-diyarbekire-hate-nisandan/
- Published: 2022-01-10T10:08:13.000Z
- Updated: 2022-01-10T10:08:13.000Z
- Author: Ekrem Yildiz
- Tags: Nûçe, Nûçeçîrok, SERNÛÇE, Vîdeo, #Migrated-1779047441378, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:50

Fîlma derhêner Mehmet Ali Konar *Govenda Alî û Zîn* duhî li pênc bajaran hate nîşandan.

Fîlma *Govenda Alî û Zîn*ê, duhî li Stenbol, Bîngol, Mêrdîn, Batman û Diyarbekirê hate nîşandan. Nîşandana Li Diyarbekirê li hola sînemayê ya N-Cityê pêk hat. Bîneran eleqeyeka mezin nîşanî fîlmê dan û derbarê fîlmê da hestên xwe derbirrîn.

Lîstikvana fîlmê Fatoş Yıldızê jî, ku di fîlmê da rola karektera Gulrengê digêre, li ser nîşandana fîlmê li Diyarbekirê keyfxweşiya xwe vegot.

*Govenda Alî û Zîn*, çîroka dayîkeka kurd vedigêre ku kurê wê di şerî da hatiye kuştin. Dayîka Zîn dixwaze ji bo kurê xwe yê mirî govendekê dane lê belê gelek berbestên civakî û fermî derdikevin pêşiya wê.

Fîlma Mehmet Ali Konarî Govenda Alî û Zîn heta niha li Festîvala Navdewletî ya Altın Kozayê li Edeneyê xelata SIYADê ya baştirîn fîlmê û xelata Yılmaz Güneyî; li Festîvala fîlma ya Navdewletî ya Duhokê jî xelata FIPRESCIYÊ û Xelata baştirîn lîstikvana jin (Meryem Bûbanî) bi dest ve anîn.

Nîşandana fîlma Govenda Alî û Zîn di rojên pêşiya me de jî berdewam e. Bernameya nîşandana fîlmê bi vî rengî ye.

> [](https://twitter.com/govendaaliuzin/status/1480517225509527554?s=20&ref=botantimes.com)