> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Fîlmên ku vê hefteyê dê werin nîşandan
- URL: https://www.botantimes.com/filmen-ku-ve-hefteye-de-werin-nisandan/
- Published: 2023-03-17T09:51:25.000Z
- Updated: 2023-03-17T09:51:25.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Fîlm, JOHN WICK, Sinema, Vîzyon, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Di vê hefteyê da 10 berhemên di cureyên komedî, anîmasyon, aksîyon û tirsê dê li salonên sînemayê bên nîşandan.

"**John Wick 4**"

Rêzefilma "John Wick" ji destpêka filma xwe ya yekem vir ve eleqeyek mezin ji alîyê sînemahezan ve dîtibû. Fîlma nû ya "John Wîck 4" jî dê vê hefteyê bên nîşandan.

#### Shazam! Fury of the Gods

Bily Batson piştî gotina peyva efsûnî "Shazam" vediguhere qehremanekî mezin. Ev fîlm jî behsa macerayan Batsonî dike.

**"Asi"**

Fîlma Asi ji alîyê Belçîka, Fransa û Luksemburgê ve hatîye çekirin. Fîlm îlhama xwe ji çîroka wan kesên ku di sala 2012-2015an da ji Ewrapayê ji bo şerê Surîyeyê çûne, digire.

**"Mehkum 77"**

Fîlma "Mehkum 77" ku derhênerîya wê Alberto Rodriguez kiriye di cureyê hêrsdarî û dramayê da cih digire.

**"Louis Tomlinson: All of Those Voices"**

Yekane berhema belgefîlm a vê hefteyê ye. Balê dikişîne ser rêwîtîya muzîkê ya Louis Tomlinsonî.

**"Şuphe"**

Derhênerê fîlma Brîtanî ya "Şubhe"ê Jamie Patterson kiriye. Di filmê da lîstikvanên Samantha Bond, Patrick Bergin û James Cosmo cih digirin.

**"Harîs"**

Derhênerê fîlmê "Harîs" ê Kadîr Genc e ku di nav fîlmên tîrsê yên heftayê de cih digire.

Fîlm, behsa zîlamekî dike ku ji bo deynên xwe dikeve pey xezîneyekê.

"**Cin Buyusu**"

Fîlmê "Cîn Buyusu" derhênerîya wê Batuhan Çelîkî kiriye. Fîlm qala jineka ku jiyana wê ji alîyê cinan ve dîbe kabûsekê, dike.

**"Kahraman Kuyruklar"**

Fîlma anîmasyon a bi navê "Kahraman Kuyruklar" bi Fransî hatiye çêkirin. Behsa çîroka mîşka wêrek Pattîe û hevalê wê yê pisîkê Sam dike. Ji bo rizgarkirina bajarê ku lê dijîn dest bi serpêhatiyeka dijwar dikin.

**"Snow King Norm 3 : Famîly Vecation"**

Fîlm, rêzefîlm a jî aliyê Amerîkayê ve hatiye çêkirin. Çîroka Norm û malbatên wî vedîbêje. Norm û malbatên wî dema ku betlaneyê de ne û hewl didin taca wî ya dizî bibînin.