> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Fito: Penaberên ji Sûriyeyê dikarin roja Înê neçin xudbeyê
- URL: https://www.botantimes.com/fito-penaberen-ji-suriyeye-dikarin-roja-ine-necin-xudbeye/
- Published: 2023-07-21T13:29:09.000Z
- Updated: 2023-07-21T13:29:09.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Polîsan di du hefteyan de Milyonek penaberên ji Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê dijîn mecbûrî vegera welatê xwe kirine.

Melayan fetvayek/fitoyek li penaberên ji Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê dijîn belav kiriye. Li gor fitoyê penaber dikarin roja Înê li mala xwe nimêjê bikin û neçin xudbeyê.

Li gor [nûçeya MEEyê ](https://www.middleeasteye.net/news/turkey-syria-fatwa-pray-home-avoid-deportation-drive?ref=botantimes.com)polîs penaberan disekinînin û nasnameya wan dipirsin. Paşê wan digirin û dibin Sûriyeyê.

Gelek welatîyên dîndar jî ji mecbûrî roja Înê diçûn xudbeyê û polîsên li ser rêyên mizyeftan ew digirtin.

Li gor Navenda Çavdêrîya Li Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di du hefteyên destpêka vêê mehê (Tîrmeh) de zêdetirî Milyonekê penaber hatine girtin û li Sûriyeyê hatine vegerandin.