> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# FotoGalerî - Pêşangeha "Bîra Rû" ya Sakar Slemanê
- URL: https://www.botantimes.com/fot/
- Published: 2026-05-23T12:03:17.000Z
- Updated: 2026-05-23T16:06:10.000Z
- Author: Murat Bayram
- Tags: Çand û huner

Pêşangeha "Bîra Rû" ya Sakar Sleman li salano "Sub Space" ya Weqfa Avestayê û li gelek beşên avahîyê hat nîşandan. 

Kuratoriya pêşangeha li Diyarbekirê hatî pêkanîn Gul Hur û [Şener Ozmenî ](https://www.botantimes.com/author/sener-ozmen/)kiriye. 

Hunermend Sakar Slemanê li ser berhema xwe gotiye:

> Rû ne yek e ne jî tebat e. Ew di nav zemên de digere, şopên kêlî û mirovên cida hildigire ser milên xwe. Her rûyek xwedî hebûnek xweser e lêbelê yek ji wan jî ne bi tenê ye.

![](https://storage.ghost.io/c/30/78/3078d29f-396a-43b0-b7b7-1bc59fe4b4b6/content/images/2026/05/DSC04877.JPG)

![](https://storage.ghost.io/c/30/78/3078d29f-396a-43b0-b7b7-1bc59fe4b4b6/content/images/2026/05/DSC04887.JPG)

![](https://storage.ghost.io/c/30/78/3078d29f-396a-43b0-b7b7-1bc59fe4b4b6/content/images/2026/05/DSC04902.JPG)

![](https://storage.ghost.io/c/30/78/3078d29f-396a-43b0-b7b7-1bc59fe4b4b6/content/images/2026/05/DSC04952.JPG)

![](https://storage.ghost.io/c/30/78/3078d29f-396a-43b0-b7b7-1bc59fe4b4b6/content/images/2026/05/DSC04986.JPG)

![](https://storage.ghost.io/c/30/78/3078d29f-396a-43b0-b7b7-1bc59fe4b4b6/content/images/2026/05/DSC04860.JPG)

![](https://storage.ghost.io/c/30/78/3078d29f-396a-43b0-b7b7-1bc59fe4b4b6/content/images/2026/05/DSC04857.JPG)

![](https://storage.ghost.io/c/30/78/3078d29f-396a-43b0-b7b7-1bc59fe4b4b6/content/images/2026/05/DSC04962.JPG)

![](https://storage.ghost.io/c/30/78/3078d29f-396a-43b0-b7b7-1bc59fe4b4b6/content/images/2026/05/DSC04890.JPG)

Hunermend Sakar Sleman û berhemên wê. Foto: Murat Bayram / Botan Times

> Projeya Bîra Rû li Silêmaniyê dest pê kir û li Diyarbekirê berdewam dike. Me weke rêze xêzan dest pê kir, bi pêrgîhatinên hêdî hêdî û bi jest û dubareyan proje veguherî pratîkeke hevpar ku ji nava wê rû derdikevin holê. Sakar Sleman li ser kaxezên bi çend metroyan dirêj xebitî û ew van rûyan bi awayekî bê navber li ser zemîneke qetqetî tîne cem hev; weke ku li ser rastiyekê vebibe lê li dijberî hemû hîsên yekgirtî li ber xwe dide.

> Rû ne yek e û ne jî tebat e. Ew di nav zemên de digere, şopên kêlî û mirovên cuda hildigire ser milên xwe. Her rûyek xwedî hebûneke xweser e lêbelê yek ji wan jî ne bi tenê ye. Ew bi wateyeke adetî ne portre ne. Wexta derbirînên kurt, cudahiyên piçûk, şopên li ser hev komkirî tên cem hev nexş û motîf derdikevin holê û piştre winda dibin. Ew hewl didin ku li dijberî vesazkirina dîmenekê li ber xwe bidin.

> Berhema Bîra Rû bi gera li nav bajaran paxil û tebeqeyên nû li dirûvê xwe zêde dike. Ne ku tenê rû ji deverekê ber bi devereke din ve tên veguhestin; ji nû ve kar dikin, ji nû ve tên nirxandin û bi peywendên nû û bi pêşçaviyên cuda re tên têkildarkirin. Bi vî awayî proje her vekirî dimîne ku li serê her xebat bê kirin -ji dêvla bibe berheme qedandî û li derekê sebît bimîne ew dikeve dilqê xebateke ku her pêşkêtina xwe bidomîne.

> Ji pîran heta yên ciwanan her rûyek pileya deng û roniyekê di xwe de vedihewîne. Tişta ku wan bi hev re digire ne vegotineke yekgirtî lê rêzetêkilî ne -berevajî qadeke ku bîranîn lê bên tomarkirin, cihekî ku ew her di nav tevgeranekê de ne. 

**Daxuyaniya Hunermendê**

> Ramana “Bîra Rû” ji vê pirsa min derket holê: Gelo rûyên bav û kalên min ên kurd dişibin çi? Ji bo ez bibînim ku rûyên jin û mêrên kurdan dişibin çi, û wan ji me re çi hiştine û ez weke takekes şopa çi li ser rûyê xwe hildigirim min berê xwe da wêne û agahiyên kevin.

> Piştre ez weke hunermendekê bi Gül Hür re axivîm ku gelo bi hunermend û mirovên bajarekî kevin ê kurd ê Diyarbekrê re em dikarin rûyên çawa xêz bikin û bi vî awayî me yê bîranîneke xêzkirinên rûyên xwe biafirandina.

> Min ev berhem li ser kaxezeke kraft ku ji Febrîqeya Kevin a Cixareyan a Silêmaniyê ku niha navendeke çandî ye wergirt û afirand. Dirêjahiya kaxezê 200 metro û firehbûna wê 35 santîm e û ji pênc beşên xweser ên çar qetan pêk tê û hemû bi rûyên reş û spî an jî du rengên resen ên bingehîn ên berê dagirtî ne.