> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Foto-nûçe: Kes nayê hawara me!
- URL: https://www.botantimes.com/foto-nuce-lehi-li-ruhaye-rabuye/
- Published: 2023-03-15T20:02:26.000Z
- Updated: 2023-03-15T20:02:26.000Z
- Author: Omer Faruk Baran
- Tags: Nivîskar, SERNÛÇE, WÊNE-NÛÇE, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

> Riha piştî erdhejên 6ê Sibatê bi berbanga 15ê Adarê re bi lehîyê hisîya. Di serî de Tiktok, vîdyoyên milet ji platformên sosyal medyayê belavkirin di saetên pêşî de mezinîya trajedîyê dan dinya alemê. Jêderên resmî li Riha hejmara mirîyên lehîyê yek li yek zêde kirin û ber bi êvarê re deh teqle kirin.  
>  
> Foto: Omer Faruk Baran - BotanTimes / Ruha

> Lehîyê li merkeza Riha dar û ber, însan û erebe dabû ber xwe, ji lêmiştekê fereke şimikekê.  
>  
> Foto: Omer Faruk Baran - BotanTimes / Ruha

> Avê qeydên nexweşên nexweşxaneyekê, ku îzin nedan ku em fotograf û vîdyo bikişînin, avêtibû derve.  
>  
> Foto: Omer Faruk Baran - BotanTimes / Ruha

> Zarok geh bi lîsk geh bi girî bi tirs û xof li dora malên xwe bûn.  
>  
> Foto: Omer Faruk Baran - BotanTimes / Ruha

> Ji wan zarokan yek ji hindur malê avê derdixe û li ziqaqê ro dike.  
>  
> Foto: Omer Faruk Baran - BotanTimes / Ruha

> Mexdûrên lehîyê bi piranî li Eyubîye û Halîlîye ne ku her du jî li merkeza Riha ne.  
>  
> Foto: Omer Faruk Baran - BotanTimes / Ruha

> Ereb, Kurd û Tirk in mexdûrên lehîyê. Hinek mexdûr bi sekneke sîyasî dibêjin em ji hikûmet û dewletê razî ne, afat mezin e û ev rewş jî normal e.  
>  
> Foto: Omer Faruk Baran - BotanTimes / Ruha

> Hinek jî dibêjin êvar e, ne ceyran e ne çira ye, ji sibe ve em çiqas telefon dikin kes nayê hawarê, em tenê man, di tarîyê de man.  
>  
> Foto: Omer Faruk Baran - BotanTimes / Ruha

Fotograf û nivîs Omer Faruk Baran, Ruha

Edîtor: Murat Bayram, Diyarbekir