> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Foto-nûçe: Mîtînga DEM û DBPyê hat astengkirin -  daxuyanî hat dayin
- URL: https://www.botantimes.com/foto-nuce-mitinga-dem-u-dbpye-hat-astengkirin-daxuyani-hat-dayin/
- Published: 2024-10-13T14:00:28.000Z
- Updated: 2024-10-13T14:00:28.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, WÊNE-NÛÇE, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

DEM Partî û DBPyê xwest îro li bajarê Amedê "Mîtînga Azadiyê" pêk bîne. Bi vê mîtîngê partiyan dê bixwestiyan dîyar bikin ku divê aştîyek çêbibe û divê ev pêvajo digel serokê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalanî bimeşe.

Polîsan rê li ber wan girt û piştî mûzakereyan wan ber avahîya AZC Plazayê daxuyanî da. Partiyan dixwestin li Meydana Îstasyonê mîtîngekê pêk bînin. Cihê daxuyanî lê hatî dayin bi meşê nêzîkî 5 deqîqeyan ji meydanê dûr e.

Hevserokên partiyên DEM û DBPyê piştî peyamên aştiyê dayîn girseya kom bûyîn belav bûn.