> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Galaya belgefîlma 'Rûpelek Ji Dîrokê' tê lidarxistin
- URL: https://www.botantimes.com/galaya-belgefilma-rupelek-ji-diroke-te-lidarxistin/
- Published: 2023-10-25T14:22:28.000Z
- Updated: 2023-10-25T14:22:28.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, DIYARBEKIR, Kerem Tekoglu, keremo, Kurd, Kurdî, Rûpelek Ji Dîrokê, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Fîlma *Rûpelek Ji Dîrokê* dê li Stenbolê galaya xwe bike.

Gala dê li Stenbolê Navenda Çandê ya Yunus Emre, li sehneya Turhan Tuzcu 3ê Mijdarê bê lidarxistin.

Dê saet 18:30an kokteyla wan dest pê bike û dê saet 19:30an jî belgefîlm bê nîşandan.

Derhênerîya *Rûpelek Ji Dîrokê* ji alîyê Kerem Tekoglu ve hatîye kirin.

Ev belgefîlm behsa 80-90 salên dawî yên serheda Kurdistanê dike. Belgefîlm li ser şexsîyeta Evdilmecîd Beg û Kurê wî Xalis Beg gelek serpêhatî bûyerên gelê kurd radixe ber çavê bîneran ku çendek ji wan ev in: Dagirkirina Rusan ya Kurdistanê, Alayên Hemîdîyê, Tehcîra Kurdan, Avakirina Komara Tirkîyeyê, Makezakona 24an, Avakirina Cemiyeta Azadî, Serhiladana Agirî, Komkujîya Gelîyê Zilan, Surgunîya bi dehan malbeten Kurd yên bijare, di Komara Tirkîyeyê da, dawîanîna yekpartîyî û damezrandina Demokrat Partîyê, darbeya leşkerî ya 1960an û darizandinên Yassidayê.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/10/f2b71bb9-695a-4f5c-a07e-f7dccef6c4fd.jpg)

**Kerem Tekoglu kî ye**

Kerem Tekoglu sala 1984an li Farqîna Amedê li Gundê Cano hatîye dinê. Li gelek deveran perwerdeya şanoyê dîtîye û perwedeya şanoyê daye. 3 lîstikên wî yên şanoyê 'Xelata Yekemîn' wergirtine. Li bakûr û Tirkîyeyê di damezirandina 11 saziyên çand û hunerê de cih girtîye. Li çendîn qenalên televîzyonên Kurdî çendîn bername çêkirine û pêşkêşvaniya wan kirîye û dike. Derhênerîya dublaja çendîn sînemayên cîhanî dike û werdigerîne kurdî. Di çendîn radyoyên Kurdî da pêşkêşkarîya bernameyên helbest û danasina navdarên kurd kirîye. Nivîs û helbestên wî di çendîn kovar, rojname, û malperên kurdî da hatine weşandin.