> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Gelo Çêdibe ku “Chat GPT” Pişta “Google”ê Bişkêne?
- URL: https://www.botantimes.com/gelo-cedibe-ku-chat-gpt-pista-googlee-biskene/
- Published: 2022-12-09T12:22:23.000Z
- Updated: 2022-12-09T12:22:23.000Z
- Author: Murat Bayram
- Tags: Nûçe, SERNÛÇE, ChatGBT, Teknolojî, #Migrated-1779047441378, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:50

Ji bo vê demê zehmet e em vê yekê bêjin lê welê dîyar e ku sîstema Chat GBTyê dê tozê ji Google-ê bibe.

### Chat GBT çi ye?

Bi kurtasî bernameyeka/roboteka hişê çêkirîye ku rê dide hûn pê re biaxivin û pirsan wek dîyalogan jê bikin. Dema hûn pirsan dikin ew li hemî daneyan dinêre berhev dike, serast dike û dike bersivek.

Yanî dema tu pirsekê ji Google-ê dikî îhtimal heye ew milyonek encam nîşanî te bike lê bi xwe bersivekê nade. Lê Chat GBT ji wan hemî daneyan bersivekê çêdike û dide te.

### Kurdî dizane?

Robot kurdîyê baş nizane lê bi zimanê ingilîzî gelekê serkeftî ye. Her kes dikarin [bi vê dûvelankê hesabekê ji xwe re çêke û dest bi axiftina bi Chat GBTyê re bike.](https://chat.openai.com/chat?ref=botantimes.com)

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2022/12/IMG_1911FAA967BA-1.jpeg)

### Çima çêdibe tozê ji Google-ê bibe?

Lêkolîn dîyar dikin ku mêldarîya bikarhînerên înternetê ber bi kiriyarên înteraktîv ve diçe. Û ji bo pirsên rojane û hêsanî gelek kes dikarin tercîh bikin robotek ji bo wan li milyonan daneyan binêre û bersivekê çêke.

**Çavkanî: openai.com**