> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Gelo mesrefa zêde ya zewacê îhtimala veqetinê zêde dike?
- URL: https://www.botantimes.com/gelo-mesrefa-zede-ya-zewacan-ihtimala-veqetine-zedetir-dike/
- Published: 2023-08-29T13:17:09.000Z
- Updated: 2023-08-29T13:17:09.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Her sal li seranserê cihanê bi sed hezaran mirov dizewicin. Elbet proseya zewacê li her deverê cihanê ji hev diguhere. Li her deverê şêweya zewacan li gor çand û kevneşopîyê ji hev cuda dibin. Ji ber vê yekê jî mesrefên ji bo dewatan tên kirin ciyewaz in.

Li gor daneyên nûçeya [E Times](https://economictimes.indiatimes.com/news/new-updates/costly-vows-uncertain-future-study-shows-correlation-between-wedding-spending-and-divorce-rates/articleshow/102490778.cms?ref=botantimes.com)ê em hîn dibin ku ew kesên ji bo zewacê zêde mesref dikin, îhtimala veqetîna wan kesan zêdetir dibe. Perwerdekarên ekonomîyê Andrew Frencis Tan û Hugo M Mialon li ser ve babetê lêkolînekê kirine. Wan li Amerîkayê li ser serpêhatîyên zewac û dewetê ên zêdetirî 3000 kesan lêkolînan kirine. Lî gor wê lêkolînê, îhtimala cudabûna wan kesên ku ji bo zewaca xwe derdora 2000 dolarê mesref kirine 1.6 kêmtir e ji yên ku derdora 20.000 dolar mesref kirine.

Dema em vedigerin ser îstatîstîkên [TÜİK](https://data.tuik.gov.tr/Bulten/Index?p=Evlenme-ve-Bosanma-Istatistikleri-2022-49437&ref=botantimes.com)ê yên zewac û cudabûnê yên 2022yan em dibînin ku sala çûyî herî zêde zewac li Rihayê û yên herî kêm jî li Dêrsimê bûne.

Veqetînên herî kêm jî li Sêrt, Şirnex, Colemêrg, Bedlîs û çend bajarên din ên kurdan e.