Ger "Arsız Yeşillik" ya herî masûm be

Ger "Arsız Yeşillik" ya herî masûm be
Wêne: Murat Bayram / Botan Times

Carinan dema mirov kitêbekê diqedîne tiştê di bîra mirov de dimîne ne ew ên vegêrandî ne, bes ew ên îmakirî ne. 

Nivîs: Yakup Cemel, wergêra ji tirkî: Ferzan Şêr

Arsız Yeşillika [Şênahîya Bêar] Benjamin Labatut tam kitêbekê bi wî rengî ye. Wextê mirovî li korîdorên mêjûya zanistê digerîne, li cihekî, weha dike ku mirov bi tena serê xwe bi vê pirsê re be: Tiştên ku têne serê mirovahîyê çend ên ji wan encama nêtxerabîyê ne, çend ên ji wan ya ramançakîyê ne? Jê jî girîngtir ew mirovên li pişta keşfên mezin ên cîhanguhêr in bi mebesta çi radibin?

Kitêb di destpêkê de amaje bi xweza, mezinbûn û jîndarîyê dike. Derbirîna di navê wê yaresen de Under Verdor Terible ango Şênahîyeke Dijwar di nav wan çîrokên ku Labatut vedigêre de pirî caran biqasî boşahîyê, zêdekarîyê jî vedigêre. Ji hêlekê ve biqasî geşedanîyê nebûna venihêrînê jî temsîl dike. Belkî jî hêla herî derbxweş li vê derê ye. Di nav vegêrandîyan de ya bêar ne bes şênahî ye. Meraqa mirovan, azwerîya zanistê, pêşveçûna teknîk û arezûya agahîyê [zanînê] jî herî kêm biqasî wê bêar in.

Benjamin Labatut ku di sala 1980an de li Hollandayê, li Rotterdamê ji dayik bûye û li Şîlîyê mezin bûye, di salên dawî de yek ji resentirîn nivîskaran tê qebûlkirin. Wêjeya Labatutî sînorên di navbera honak û derhonakê bi zanîn ji holê radike. Rasteqînîyên mêjûyî, hûrgûlîyên jînenîgarî û mêjûya zanistê di hundirê vegêrana wêjeyî de ji nû ve saz dike. Ji ber vê yekê kitêb ne bi tevahî roman e ne jî xebateke mêjûya zanistê ya klasîk e. Bala eslî ya nivîskêr, ji encamên teknîkî yên keşfan zêdetir li sînora zêhna mirovî ya ku wan derdixe meydanê digere. Xêzê di navbera dehabûn û dînbûnê de meseleya bingehîn ya deqên wî ne.

Wextê mirov di navbera rûpelên kitêbê de digere pê dihese ku piranîya çîroka zanyarên cihûyên ku di avakirina cîhana modern de roleke navendî wergirtine di heman demê de hêvîyên herî mezin û tirsên herî mezin ên mirovahîyê bi hevûdin re hildigre. 

Arsız Yeşillik ji Fritz Haber heya Karl Schwarzschild, ji Werner Heisenberg heya Erwin Schrödinger zehfê çîrokên zanyaran tîne li gel hev dicivîne. Xala hevpar jî ev e: ramanên ku mirovahîyê pêş ve dibin di heman demê de wan tînin ber devê tivingê jî.

Kitêb bi Fritz Haber dest pê dike ku di afirandina gûbreyên azotî de roleke krîtîk wergirtiye. Bi serê saya rêbaza ku Haber afirandîye hilberîna çandînî ya ku karibe bi milyaran mirovan xwedî bike egera xwe peyda kir. Ancax heman kesê zanyar di Şerê Cîhanî yê Yekemîn de dibe yek ji pêşengên bikaranîna çekên kimyewî. Agahîya ku mirovan ji birçîbûnê xelas dike, di heman demê de dibe navgînek ji bo komkuştina mirovan. Di cîhana Labatut de ev ne rewşeke îstîsnaî ye, ev yek nakokîya cîhana modern e.

Di kitêbê re pêşveçûna zanistî nayê pîrozkirin; bîl'eks her û her lê tê pirsîn. Çimkî li gorî Labatut pirsgirêk ne di agahîyê [zanîn] de ye, di wê de ye ku encamên agahîyê [zanîn] vîna mirovan derbas dike.

Nexasim di beşa duyemîn a kitêbê de navên ku dertên hafa me piranîya wan zanyarên bi eslê xwe cihû ne. Çîrokên wan ne bes mêjûya zanistê ye di heman demê de perçeyek e ji serborîya trajîk a cihûyên ewropî yên sedsala bîstemîn.

Bo nimûne Albert Einstein di kitêbê cihekî navendî nagire. Lê belê weke xurttirîn sembolekî şoreşa zanistî sîya wî tê hîskirin. Xebatên Einstein yên ku ji ber nasnava xwe ya cihûyî dibe nîşana armanckirinê ya Almanyaya nazîyan fahma me ya gerdûnî bi bitûnî diguherîne. Lê belê di heman demê de di paşxaneya sîyasî de ya ku diçû ber bi afirandina bombeya atomî ve fîgurekî girîng e. Li vê derê trajedî aşkere ye: Zanînên ku van zanyarên ji faşîzmê revîyayî afirandin, rê li ber wê teknolojîyê vedike ku dibe mirina bi dehan kesan li Hîroşîma û Nagazakîyê.

Di kitêbê de hinek zanyarên din yên cihû jî hene ku berbehs in û sîya wan tê hîskirin. Taybetmendîyên havpar ên van kesan ne bes cihûbûna wan e. Di heman demê de di serdemeke wisa de jîyane ku antîsemîtîzm li Ewropayê bilind dibû. Piranîya wan ji zankoyan têne bidûrxistin, sirgûnî li wan tê ferzkirin an jî bêgavê terikandina welatên xwe ne. Li gel vê yekê jî di teşegirtina zanista modern de rolê dîyarker digrin ser xwe. Ew kesên ku ji hêla nazîzmê ve weke "mirovên nêxwestin" in, vediguherin dibin aktorên sereke ku rûyê zanistî ya sedsala bîstemîn dîyar dikin. 

Bes pirsa ewil a Labatut li vê derê dest pê dike: Ev rêya ku zanyaran li ber xistine wê me bibe ku derê? 

Roja îroyîn li ber destê me derman hene temenê mirovan dirêj dikin, torên kureyî yên ragihandinê, kompîter û hişa çêkirî hene. Di heman demê de çekên nûkleer, gefên bîyolojîk û kapasaîteya xwetunekirinê ya mirovahîyê jî hene. Bergînda ehlaqî ya pêşveçûna zanistê hê jî nedîyarîya xwe diparêze.

Xala ku kitêba Labatut ji hêla Avlaremozê ve balê dikşîne ser xwe di vê derê de veşartîye. Çimkî kitêb çîrokên zanyaran venagêre, girêkên etîk ên cîhanî radixe ber çavan. Bi taybetî ezmûnên zanyarên cihûyan, ji bo wê sedsala Ewropayê ku him afirînertirîn him jî hilweşînertirîn [sedsal] e, weka neynikê li wê derê ye. 

Ji hêlekê ve deralîkirin, antîsemîtîzm û sirgûnî; li hêla din ve mezintirîn teqlên zanistê yên mêjûya mîrovahîyê hene.

Belkî jî divê mirov sernivîsa Arsız Yeşillikê ji berovajîyê ve bixwîne. Hemû karaktêrên di kitêbê de temsîla mezinbûn, pêşveçûn û fahmkirinê dikin. Lê belê em dibînin ku mezinbûn her û her ne masûm e. Çawa ku şênahîya bêar a ku rûyê erdê girtiye her tiştê pêş xwe jî dipêçe, carinan meraqa mirovan jî hedê xwe nas nake. 

Ji ber vê yekê bi qedandina kitêbê re ev tişt di bîra mirovan de dimîne: şênahîya bêar belkî jî hêmana herî masûm a çîrokê ye. Yê bêar ew mîrovahî bi xwe ye ya ku ji bo fêrbûna razên gerdûnê bêwestan pêş ve diçe û pirî caran ji bo rûbirûbûna encamên wê re xwe dereng dihêle. Zanyar nûnerên herî geş, lê belê di heman demê de şahidên herî trajîk ên vê yekê ne.

Pirsa di berga dawî de cîgirtî demeke dirêj zêhna min mijûl dike: 

"Me kengê dev ji fahmkirina ji dinyayê berda?"

Di serî de ev pirs wisa xuya dike ku bi qeyrana ramana zanistî ve girêdayî ye. Lê belê mesele dibe ku gelekî kevntir be. Belkî jî gava em dest bi guherîna wê dikin dev ji fahmkirina dinyayê berdidin. Îcada tekeran dibe ku yek ji kevntirîn nimûneyên wê be. Teker di serencamekî re dertê holê ku mirov dixwaze fahm ji xwezayê bike; lê belê di kêlîyeke kurt de dibe navgîna veguhastinê ne ya fahmkirinê, [dibe navgîna] lezkirinê ne ya lêpirsînê. Mirovahî ji wê rojê ve ye ji dêvla fahmkirinê bo livandina wê, bo veguherandina wê û bo venihêrîna wê hewl dide. Zanyarên di kitêba Labatut de weke lehengên vê çîroka dirêj xuya dibin. Her yek ji wan gava parikî din nêzî razên gerdûnê dibin, di heman demê de barên wan razan davêjin ser milê mirovan.

Serkeftina Labatut jî di vir de veşartî ye. Ew, mêjûya zanistê ne weke çîroka serketinê, weke mihasebeya ûjdanî ya mirovan dixwîne. Û her weha di navenda vê mihasebeyê de çîroka piranîya wan zanyarên dinyaguhêr bi awakî bêdeng lê belê xurt heye. Bi saya mîrata wan dinyaya ku îro em nasê wê ne egera xwe peyda dike. Hemin ew mîrate, dibe kana tirsên me yên di derbarê dahatûyê de û didome.

 

Têbînî: Ev nivîs bi navê "Arsız Yeşillik En Masumuysa" di 18ê tîrmeha 2026an de li malpera Avlaremozê de hatîye weşandin.

 

Harika! Başarıyla kaydoldunuz.

Tekrar hoş geldiniz! Başarıyla oturum açtınız.

Botan Times'a başarıyla abone oldunuz.

Başarılı! Giriş yapmak için sihirli bağlantıyı e-postanızda kontrol edin.

Başarılı! Fatura bilgileriniz güncellendi.

Faturanız güncellenmedi.