> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# GGCyê (Komeleya Rojnamegerên Başûrên Rojhilat) serdana Botan Internationalê kir
- URL: https://www.botantimes.com/ggcye-komeleya-rojnamegeren-basuren-rojhilat-serdana-botan-internationale-kir/
- Published: 2022-02-04T11:28:12.000Z
- Updated: 2022-02-04T11:28:12.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, SERNÛÇE, BotanT, BotanTimes, GGC, GüneydoğuGazetecilerCemiyeti, MehdiMutlu, MehmetMucahitCeylan, #Migrated-1779047441378, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:50

Serokê GGCyê Mehmet Mucahit Ceylan û Cîgirê Serokî Mehdî Mutlu li ser navê komeleyê serdana botan Internationalê kirin.

Ceylanî û Mutluyî li ser navê Komeleyê serdana Botanê kirin, ev serdan ne wek serdanên berê bû, serdaneka fermî bû.

Di vê civînê de li ser kar û barên Botan International û Botan Timesê axivîn, ji bo karên baştirîn û berfirehtir gotûbêj hate kirin û dan û standina fikran hate kirin. Her weha li ser serdema nû a GGCyê, kar û barên GGCyê û plan û programa wan jî axaftin hatin kirin.

Endamên GGCyê diyar kirin ku wan dest bi serdemeka nû a kar û xebatan kirine û ew dê hewl bidin hem çalaktir bin êdî hem jî pirrtir kar û baran û çalakîyan bikin. Ji bo hin plan û projeyên wan jî hem ji bo fikran gotûbêj hatin kirin hem jî ji bo hevkarîyên di demên pêş de potansîyel in axaftin hatin kirin.