> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Girtîyê nexweş ê 70 salî wefat kiriye
- URL: https://www.botantimes.com/girtiye-nexwes-ye-70-sali-wefat-kiriye/
- Published: 2023-08-30T09:37:20.000Z
- Updated: 2023-08-30T09:37:20.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, girtiyê nexweş, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Girtîyê nexweş Şakir Turanê bi nexweşîya penceşêra qirikê ketibû û li Girtîgeha Tîpa Lyê ya Erzînganê dihate girtin wefat kiriye.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Turanê 70 salî yê ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Erzînganê dihate dermankirin,îro wefat kiriye.

Girtîyê nexweş bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” 6 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (İHD), li Tirkiyeyê hîna 651 jê giran, hezar û 517 girtiyên nexweş hene.

Di sala 2022yan da bi kêmanî 81 girtî mirin.