> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Gokçe Selîm: Huner û sîyaset me hemûyan eleqedar dike
- URL: https://www.botantimes.com/gokce-selim-huner-u-siyaset-me-hemuyan-eleqedar-dike/
- Published: 2023-06-21T15:00:33.000Z
- Updated: 2023-06-21T15:00:33.000Z
- Author: Beril Caymaz
- Tags: SERNÛÇE, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Siya Şevê, yek ji navdartirîn koma muzîka kurdî ye ku sala 2000an ve dest bi muzîkê kirine û stranên xwe bi şêweya Rockê dibêjin. 4 albûmên Siya Şevê yên bi navê *Zeng* (2004), *Pûç* (2011), *Bêyom* (2014), *Li Pey Siya Xwe* (2018) hene. Hemwext, wan muzîka gelek şano, belgefîlm û fîlman jî çêkirine.

Li Tirkîye û Kurdistanê wekî gelek meydanên hunera kurdî, li pêşîya çêkirin û berhemanîna meydana muzîka kurdî jî asteng û berbestên muxtelîf hene. Siya Şevê jî yek ji wan komên muzîka kurdî ye ku li jêr tesîra sîyaseta li Tirkîyeyê muzîka kurdî berhem tîne. Tevî hemî asteng û berbestên sîyasî, muzîka Siya Şevê ji alîyê girseyeka guhdaran ve tê guhdarkirin.

Derbarê peywendîya sîyaset û muzîkê da, xaseten muzîka kurdî, solîstê Siya Şevê Gokçe Selîm ji bo Botan Timesê axivî:

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/06/Ekran-Resmi-2023-06-21-16.16.27.png)

Hunermend Gokçe Selîm beyan kir ku tesîra hilbijartinê yan jî sîyaseta rojane di heman demê da bandora xwe li ser çand, huner û muzîkê jî dike. Selîm, dîyar kir ku di her hilbijartinê da, hêvîyeka mezin çêdibe lê ev hêvî pirî caran dûrî rastîya Kurdistanê û Tirkîyeyê ye.

> Tu dibê qey li Tirkîyeyê demokrasîyek heye û em jî li ser vê bingehê jîyana xwe ya rojana didomînin. Mixabin rastîya vî welatî herdem şer û pevçûn e; tevî vê yekê sîyaset û hunera kurdî di van salên dawî da jî ji vê rastîyê dûr ketîye.  
>  
> Gokçe Selîm

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/06/Ekran-Resmi-2023-06-21-16.18.39.png)

> Sîyaset û hunera kurdî ev demeke dirêj e ji kîsê xwe dixwe, lê li gor min di kîsê me de jî pir tişt nemane. Lewra hilbijartina rastîn wê ji niha pê ve dest pê bike; Yan em ê vegerin ser maf û destkeftiyên xwe yên bingehîn yan jî em ê bi tiştên berhewa xwe bixapînin û em ê têk biçin.  
>  
> Gokçe Selim

Gokçe dibêje ku dewlet û sazîyên li Tirkîyeyê ji bo çand û hunera kurdî tu carî derfet nedane, lê belê ew ne li benda wê tiştê ne jî.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/06/Ekran-Resmi-2023-06-21-16.18.20.png)

> Ber'eksê wê zor û astengî derxistine û qedexe danîne. Li gel vê pirsgirêkê, tevger û sîyaseta kurdî jî ji bo çand û hunera kurdî hewil nedaye ku çand û hunereke xweser û serbixwe ava bibe. Em girêdayî vê civatê ne, em li nav vê civatê dijîn û meseleyên me jî yek in.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/06/Ekran-Resmi-2023-06-21-16.16.47.png)

Li gorî Gokçe, divê teqez ji bo pirsgirêkên sîyasî û civakî konsferansên berfireh bên lidarxistin û rewşa heyî baş bê xwendin û ji her alîyî ve bê pirsîn her wiha ev ê tev bigerin.

Hunermend Gokçe balê dikêşe ser peywendiya zarûrî ya huner û sîyasetê û dibêje ku:

> Huner û sîyaset me hemûyan eleqedar dike û du dîyardeyên bivê nevê yên jîyanê ne. Çênabe ku em di herduyan da jî bê hêz û lawaz bin.