> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Google, Zazakî wekî "zimanekî nenas" dibîne!
- URL: https://www.botantimes.com/google-zazaki-weki-zimaneki-nenas-dibine/
- Published: 2024-09-17T13:11:48.000Z
- Updated: 2024-09-17T13:11:48.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Azadîya Xwe-îfadekirinê, Amed, Kurd, Kurdî, Zazakî, zazakî news, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Googleyê, serlêdana reklama Zazakî Newsê qebûl nekir.

Zazakî News, tekane maleper e ku hemî weşanên xwe bi zazakî dike û ev sal û nîv e ava bûye. Rojane 600-700 kes nûçeyan li ser malpera wan bi zazakî dixwînin.

Kordînatorê giştî yê Zazakî Newsê Enver Yılmaz derbarê wê yekê da wiha gotîye: Mixabin, zimanê me ji alîyê Googleyê ve nayê qebûlkirin û reklaman nade me. Herwiha Google AdsSenseyê abonetîya me betal kirîye. Mixabin, zazakî ji her alî ve derbeyan dixwe û rojbiroj tune dibe.