> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Harûn Elkî dê li Taksîmê konserê bide
- URL: https://www.botantimes.com/harun-elki-de-li-taksime-konsere-bide/
- Published: 2021-12-03T11:42:32.000Z
- Updated: 2021-12-03T11:42:32.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, SERNÛÇE, #Migrated-1779047441378, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:50

Nûnerê girîng yê muzîka Kurdî Harûn Elkî dê 5ê şeva Berfanbarê li dika Arsen Lupen Taksimê ya li  
Beyogluyê konserekê bide.

Konser dê saet 20:00an de dest pê bike. Piştî pandemîyê Elkî dê cara  
yekem konserekê bide û herwiha dê vê konsera xwe da albûma xwe ya bi navê “Rev” ku ji Red  
Muzîkê 2020an de derketibû cara yekem pêşkêşî guhdaran bike.

Ji bo bilêtan û rezervasyonê divê guhdar telefonî hejmara li ser afîşê bikin.

**Harûn Elkî kî ye?**

  
Harûn Elkî 1975an de li navçeya Elkê (Beytûşşebab) ya girêdayê Şirnexê ji dayîk bû. Dibistana seretayî,  
navîn û lîse li Elkê xilas kir. Jiyana xwe wî muzîkê ya profesyonel sala 1997an li Navenda Çanda  
Mezopotamya (NÇM) ya Edenê dest pê kir û heman salê de koma rocka Kurdî ya bi navê Rewşen ava  
kir û div ê komê de solîstî kir. Rewşenê albûma xwe ya yekemin bi navê “Asê” 2002an de dersixt û  
albûma duyem jî 2005an de bi navê “Pola Nû” derxist. Di 13 salên tije yên bi tecrûbeya sehneyên  
navwelat û derveyî welat de gelek konser û çalakîyan de derket pêşîya guhdarên xwe. Piştî 2011an de  
koma Rewşen belav bû Harûn Elkî ji Edeneyê koçî Stenbolê kir û li vir cih bû. Piştî belavbûna komê Elkî  
jîyana xwe ya muzîkê solo berdewam kir û ket nav pêvajoyeke din a afirînerîyê. Di karîyera xwe ya  
solo ya muzîkê de du single ji Pasaj Muzîkê derxistin, 2016an “Tutunma” (Xwegirtin) û 2017an de jî  
“Sus” (Hiş) derket. 2019an de jî ji Red Muzîkê “Seyrana Gula”, 2020an bi Mesut Marangoz re dûetek  
bi navê “Karwan” derxist. Herî dawî di Berfanbara 2020an de ji Red Muzîkê albûmekî ji 10 berheman  
pêk tê ku 9 stran bi Kurdî û yek jî bi Tirkî bû, bi navê “Rev” derxist û albûma xwe ya solo pêşkêşî  
guhdaran kir. Elkî vîdyoya yekem ya albûmê ji strana “Xengîlok” û ya duyem jî ji strana “Miskin” re  
kişand.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2021/12/Haru%CC%82n-Elki%CC%82-Konser-Afis%CC%A7-1.jpeg)