> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# HDP û YSPyê biyara xwe ya ji bo tûra duyemîn eşkere kirin
- URL: https://www.botantimes.com/hdp-u-yspye-biyara-xwe-ya-tura-duyemin-eskere-kirin/
- Published: 2023-05-25T10:52:30.000Z
- Updated: 2023-05-25T10:52:30.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Piştî lihevkirina berbijêrê Tifaqa Milletî Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Partîya Zaferê Umît Ozdag bo tûra duyemîn helwesta HDPyê gelek dihat miraqkirin.

HDPyê û Partîya Çepên Kesk derbarê tûra duyemîn a hilbijartina serokkomarîyê biryara xwe eşkere kirin.

Seroka Giştî ya HDPyê Pervîn Buldan got, "Erdogan ji bo me tu carî nabe bijare. Em ê biçin ser sindoqan û bi hev ra rejîma yek zilamî biguherînin."

HDP û YSPyê ragihandin ku ew ê dê di tûra duyem a hilbijartinê da piştgiriyê bidin Kiliçdaroglu.