> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Hejmara 14an a kovara Psychology Kurdîyê derketiye
- URL: https://www.botantimes.com/hejmara-14an-a-kovara-psychology-kurdiye-derketiye/
- Published: 2022-03-03T09:14:52.000Z
- Updated: 2022-03-03T09:14:52.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Avesta, Avesta Yayınları, Kovar, Psychology Kurdî, Weşanên Avestayê, #Migrated-1779047441378, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:50

Kovara Derûnnasiyê Psychology Kurdî bi hejmara xwe ya 14an derxistiye. Kovara ku ji 4 mehan carekê diweşe di vê hêjmara xwe ya nû de weke dosyeyê cih daye ‘**derûnnasiyê geşedanê’** û nivîsên curbicur yên ji bilî dosyeyê.

**Di vê hejmara 14an de bi giştî ev nîvîs bi naverokên xwe cih digirin:**

**Canan Coşkan û Ercan Şen** bi lêkolîneke xwe ya bi navê ‘Temsîl, aîdiyet, danûstandin, ‘aştî’' û tevgera civakî ’ ku rapora nirxandina lêkolînê ye; aîdiyet, hêz û têgihîştina hêzê, nêzîkahîtêdanên têkildarî lihevhatinê û nêrînên derbarê tevgera civakî yên beşdaran nîşanî xwendevanan didin.

**Veysi Çeri** di warê derûniya zarok û kamilan de pispor e û di qadên cuda de xwedî gelek gotarên akademîk yên navneteweyî ye. Kovarê derbarê derûnnasiya geşedanê pê re hevpeyvînek kiriye. Bi vê heypeyvînê hewl dane ku mijarê bo xwendevanên xwe zelaltir bikin. Hevpeyvîn ji aliyê **Aydin Rengîn** ve ji tirkî bo kurdî hat wergerandin.

**Akif Akto** bi nivîsa xwe ya bi navê ‘Têgihên bingehîn ên psîkolojiya geşedanê’ hewl dide ku psîkolojiya geşedanê û çend têgihên bingehîn rave bike.

**Azad Dildar** bi nivîsa xwe ya bi navê ‘Geşedana nasnameyê û nasnameya etnîk’ li ser têgiha nasnameyê radiweste û qonax bi qonax behsa taybetmendiyên wê dike.

**Leyla Turhan** bi ‘Qonaxên geşedana derûncivakî: Teoriya Erik Erikson’ li ser qonaxên geşedanê yên derûncivakî radiweste û ji xwendevanan re behsa hêz û qelsiyên teoriya Erikson dike.

**Bilal Kaya û Selahattin Güneş** bi navê ‘Lêkolîna derbarê bandora bengîtiya medya medyaya civakî li erkên nasnameyê yên xwendekarên perwerdehiya navîn’ lêkolîneke qadî kirine û di vê lêkolînê de armanca ew e ku peywendiya bengîtiya medyaya civakî ya xwendekarên perwerdehiya navîn bi erkên nasnameyê re û bandora vê bengîtiyê li erkên nasnameyê bê diyarkirin.

**Nuh Bozkur** bi nivîsa xwe ya bi navê ‘Têkiliya têgiha xweragirî û xwekontrolkirinê di bin banê derûnnasiya geşedanê de’ li ser pênaseya xweragirî, têgihîştina erênî ya xwebûnê, xwekontrolkirin, ceribandina Marshmallowê û lêkolîna Dunedînê radiweste.

Herwiha **Jan İlhan Kızılhan** bi nivîsa xwe ya ‘Zarok û qederên terorê’, **Erdal Gül** bi nivîsa xwe ya ‘Averşiyayîşê domanê mektebê dayikan bi cayê perwerdeyê domanan’, **Yusuf Siyahtaş** bi nivîsa xwe ya ‘Mirov çima pîr dibe?’, **Hataw Ahmad** bi nivîsa xwe ya ‘Awayê çareserkirina nexweşiyên derûnî’ ku **Firat Kelehkî** ji soranî wergerandiye, **Asuda Ahmad** bi nivîsa xwe ya ‘Psîkolojiya perwerdeyê’ ku **M. Şerif Berazî** ji soranî wergerandiye, **Wehab Şehîn** bi nivîsa xwe ya ‘Senifandina astengdarên zihnî’, **Ferat Kevir** bi nivîsa xwe ya ‘Hêr wêne Çîrokek e’ di kovarê de ne û mêvanê wan ê ‘Pirs û Bersiv‘ê jî **Rohat Alakom** e.

Hûn dikarin hejmara dawî û hejmarên dîtir ji pirtûkfiroşan û ji malperên înternetê peyda bikin.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2022/03/FM50PRIWQAAGpky.jpeg)