> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Hejmara 3yan a Destarê derket
- URL: https://www.botantimes.com/hejmara-3yan-a-destare-derken/
- Published: 2022-01-21T08:30:38.000Z
- Updated: 2022-01-21T08:30:38.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, SERNÛÇE, Destar, Kovar, #Migrated-1779047441378, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:50

Hejmara 3yan a kovara Destarê, ku sê mehan carekê derdikeve, li ber destan xwendevanan e. Kovarê di vê hejmara xwe de jî nivîsên lêkolîn, nirxandin û wêjeyî pêşkêş kirine. Her wiha çîrok, ceribandin, helbest û hin nivîsên din di kovarê de cih girtine.

Kovara ku di hejmarên xwe yên berê de cih dabû nivîsên kurmancî, zazakî û soranî, di hejmara nû de cih daye zaravayê hewramî jî û bi vî awayî hemû zaravayên kurdî di kovarê de cihê xwe girtine.

Hejmara 3yan a kovarê ji 208 rûpelan pêk tê. Ev hejmar jî, wek hejmarên din, li gor mijar û naverokên cuda beş bi beş hatiye sazkirin û bi nivîsên bi dehan nîvîskaran tê de hene.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2022/01/Destar-Berg.jpeg)