> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Hejmara 3yem ya Kovara LEWergerê derketiye
- URL: https://www.botantimes.com/hejmara-3yem-ya-kovara-lewergere-derketiye/
- Published: 2023-05-02T07:03:16.000Z
- Updated: 2026-05-17T23:59:18.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

LEWerger kovareka wergera helbestê ye û bi hejmara xwe ya 3yem derketiye.

Lijneya weşanê ya LEWergerê ji 3 kesan pêk tê. Bi 3 zaraveyên kurdî, kurmancî, kirmanckî û soranî wergeran diweşîne.

Yeqîn H. ku yek ji edîtor û berpirsê LEWergerê û endamê Lijneya Weşanê ye çend meh berê li ser kovarê ji [Botan Timesê ra wiha gotubû:](https://www.botantimes.com/ya-di-navbera-werger-u-wergere-de-bi-xwe-ji-esqek-e/)

> “Em siparîşan nadin û nabêjin filankes tu dikarî ji kerema xwe vê helbestê ji me re wergerînî. Helbest tiştekî zindî ye û jê re hez û hezkirî divê. Wergêr bi xwe lê digere, dibîne, dixwîne, daxilî nava wê dibe, jê hez dike. Helbest ne xwarinek e û wergêr jî ne ew kes e ku em kevçî bidin dêst û bêjin a ji te re kevçî û gerek tu wiha bixwî. Ya di navbera wergêr û wergerê de bi xwe jî hez û eşqek e ”

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/05/WhatsApp-Image-2023-05-01-at-19.32.44.jpeg)

Di ve hejmarê da ji gelek zimanan helbest hatine wergerandin.

Hejmara yekem jî di 1ê îlona 2022an da derketibû.

Ji bo temamamîya nûçeya borî lînkê bitikîne: https://www.botantimes.com/content/files/2026/05/ya-di-navbera-werger-u-wergere-de-bi-xwe-ji-esqek-e-1.html