> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Hejmara 4em ya kovara LEWergerê derket
- URL: https://www.botantimes.com/hejmara-4em-ya-kovara-lewergere-derket/
- Published: 2023-09-01T08:49:26.000Z
- Updated: 2023-09-01T08:49:26.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Helbest, korarên kurdî, Kovar, kovara helbestan, Lewerger, wergêr, wergera helbestan, yeqîn h., #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Kovara wergera helbestan LEWerger bi hejmara xwe ya çarem li pêşberî xwînerên xwe ye. LEWerger kovareka çarmehane ye.

Di vê hejmarê da ji 16 zimanên wekî erebî, ermenikî, fransî, swedî, galîsyanî û bûlgarî ji bo kurmancî, soranî, kirmanckî helbest hatine wergerandin.

Di hejmara çarem da hevpeyvînek û 48 helbest hatine wergerandin. Yeqîn. h, Samî Hezil, Ciwan Qado, Salih Agir Qoserî, Seyîdxan Kurjî, Besam Mistefa, Ebas Mûsa û Alan Hemoy edîtorîya vê hejmarê kirine.

> Bi her hejmareke nû re LEWerger hê jixweqayil reh û rîşalên xwe kûr û dûrtir berdide, giran giran xweşiktir digivire û cî li xwe xweştir dike. Qibleya me her LEWeke hê çêtir û xwedî geşedaneke domdar e da ku her hejmar lixwezêdekirinek hebe.  
>  
> Ji pêşgotina kovarê

Herwiha di pêşgotina xwe da dîyar dikin ku wergêrî xwedî kedeka giring e û ji ber vê yekê di rûpela naverokê da li şûna navê helbestkaran, wan cih dane navê wergeran.