> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Hejmara 53yan ya Kürt Tarihiyê derket
- URL: https://www.botantimes.com/hejmara-53yan-ya-kurt-tarihiye-derket/
- Published: 2024-07-12T07:04:56.000Z
- Updated: 2024-07-12T07:04:56.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Hejmara 53yan ya Kürt Tarihi derket.

Kovara sêmehane ya *Kürt Tarihi*yê bi dosyeya xwe ya taybet ya “Zazalar”yê hat belavkirin.

*Kürt Tarihi* zêdetir li ser dîroka kurdan bi kurdî û tirkî weşaneka perîyodîk dike.

Hejmara 53yan ya kovarê hem bi awayekî çapkirî hem jî wekî e-kovar hate belavkirin.

**Beşek jı nivîsa edîtorîyê**

Em ji bo hejmara 53yan hinekî dereng man lê em li ser meseleyeka giring sekinînin: Zaza. Ercan Çaglayan di lijneya me ya weşanê da cih digire û wî nivîseka hêja jî nivîsîye, xwedê ji wî razî be dîsa edîtorîyeka baş kir û dosyeyeka mişt li ser zazayan amade kir. Wekî tê zanîn, zaza kî ne, divê ligel kurdan bêne hesibandin an divê wekî milet û qewmekî cuda bê hesibandin; zazakî di nav kurdî da cih digire an divê wekî zimanekî cuda bê hesibandin, ev pirs hemî bi heweseka mezin carna têne nîqaşkirin. Ev rê li ber dubendî û cudahîyan vedike. Di vê dosyeyê da ev dubendî û cudahî hatine nirqandin û xaleka gelek muhîm derdixe meydanê: Hema bibêje hemî dubendî û cudahî piştî sala 1980yan û bi taybetî jî ji alîyê mirovên dewletê ve hatine afirandin.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2024/07/kurttarihidergisi-2.jpg)

[Bi Ingilîzî bixwîne](https://en.botantimes.com/the-53rd-issue-of-kurt-tarihi-has-been-published/?ref=botantimes.com)