> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Hejmara 7an ya Bar Helbestê çap bû
- URL: https://www.botantimes.com/hejmara-7an-ya-bar-helbeste-cap-bu/
- Published: 2024-03-07T08:06:13.000Z
- Updated: 2024-03-07T08:06:13.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, bar helbest, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Hejmara 7an ya kovara Bar Helbestê çap bû.

Di vê hejmarê da, ji bilî kurmancî helbestên soranî û zazakî jî cih digirin.

Ji zimanên wekî almanî, ermenkî, ingilîzî, rûsî û fransî helbest bo kurdî (kurmancî) hatine wergêran.

Dosyeya Barê, di bergê xwe da cih daye Ciwan Qado ku ew şairekî ji Rojavayê ye. Hevpeyvîneka dûrûdirêj ligel Qado hatîye kirin. Herwiha du helbestên wî jî tê da cih digirin û wî helbestek jî, ji almanî wergêraye kurmancî.

Edîtorîya Bar Helbestê ji alîyê Miradê Miradan ve tê kirin û di lijneya Barê da kesên wekî Emerîkê Sidiqayê, Îbrahîm Şadman, Miradê Miradan, Yehya Omerî û Rêbîn Mihemed cih digirin.

Hejmara dawî ya Bar Helbestê mijdara 2022yan derketibû.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2024/03/Ekran-Resmi-2024-03-07-11.01.21.png)