> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Hejmara nû ya kovara "Folklora Me"yê çap bûye
- URL: https://www.botantimes.com/hejmara-nu-ya-kovara-folklora-meye-cap-buye/
- Published: 2022-04-21T07:29:48.000Z
- Updated: 2022-04-21T07:29:48.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, SERNÛÇE, Folklor, Folklora Me, Kovar, Kovara Kurdî, Mezopotamya Vakfı, Weqfa Mezopotamyayê, #Migrated-1779047441378, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:50

Hejmara adar, nîsan û gulanê ya kovara “Folklora Me”yê çap bûye. Kovara Folklora Me 3 mehan carekê çap dibe. Folklora Me di her hejmareka xwe da, cih dide xebatên berhevkarîyê û hêmanên dîtbarî. Di hejmara 11an ya kovarê da dîsa nivîsên ji beşên curbicur yên folklorê hene. Digel cureyên edebîyata gelêrî, bawerîyên gelêrî; nirxandina pirtûkekê û lîstikek jî hene.

“*Meseleyên Xoce Nesredîn”, “Çend Serpêhatîyên Elîyê Gulêyî”, “Hin Îdyomên Erxenîyê-2”, “Metelokên Bûk û Xasîyan ji Devera Qelqelîyê”, “Hinek Bawerîyên Gelî ji Anatolîya Navîn” û Lîstika Gumbila Gumbil”* hin nivîsên vê hejmarê ne.

Herweha pirtûka bi navê “Çîrokên Kurdî”yê ku xebateka berhevkarîyê ye ji alîyê *Evîndar Şevînê* ve hatîye nirxandin. *Nûredîn Vûralî* çend tiştanokên balkêş ên herêma Erxenîyê berhev kirine. *Hîkmet Yildizî* çîroka bi navê “Cûcik”ê ji herêma Colemêrgê berhev kirîye. Digel van wekî hemû hejmaran, xaçepirsek li ser folklorê jî tê da heye ku *Oktay Altûnî* amade kirîye.

\* *Ji bo abonetîya kovarê hûn dikarin bi Weqfa Mezopotamyayê ra têkevin têkilîyê: Tel-WhatsApp: 0549 440 22 20*