> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Hejmara nû ya Kovara Psychology Kurdîyê derketiye
- URL: https://www.botantimes.com/hejmara-nu-ya-kovara-psychology-kurdiye-derketiye/
- Published: 2023-06-06T08:05:22.000Z
- Updated: 2023-06-06T08:05:22.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Kovara derûnnasîyê Psychology Kurdî bi hejmareka nû bi dosyaya "derûnnasîya klînîkî û erdhej"derketiye.

Edîtoryaya kovarê dibêje;

> "Herçiqasî dosyeya vê hejmara me ya nû "derûnnasiya klînîkî" jî be me xwest giraniyê bidin nivîsên derbarê erdhejê jî da ku bi van nivîsên girîng em bo wan kesên mexdûr bibin alîkar."

Di hejmara 16an ya kovarê da nivîskar bi nivîsên xwe yên li ser erdhêjê û tesîrên wan cih digrin.

Nivîskarên hejmara 16an wiha ne:

> Jan İlhan Kizilhan: Trawma û Karesat  
>  
> Azad Dildar: Alîkariya Pêşîn a Derûnî  
>  
> Gulperi Gunduz: Erdhej û Xebata Civakî  
>  
> Mesut Umar: Trawmaya Erdhejê  
>  
> Sehra Aksu: Zarok û Trawma  
> Yusuf Atabay: Qonaxa Berî Zimên di Derûnnasiya Klînîkî de:  
> Qonaxa Pêş-Odîpal  
>  
> Erdoğan Özmen: Erdhej û Trawma: An Polîtîka an Psîkolojî  
>  
>  
> Aydin Rengîn: Hevpeyvîn bi Okan Taycan re

Psychology Kurdî, yekem kovara Derûnnasî ya bi Kurdî ye û di sala 2016an da dest bi weşanê kiriye.

Kovar çar mehan carê tê weşandin. Kovar di nav rûpelên xwe de; nûçe, gotar, hevpeyvîn û nivîsên ku li ser derûnnasî û tenduristîyê hatine amadekirin, diweşîne. Di her hejmara xwe da bal dikişîne li ser mijarên cuda, girîng û watedar.