> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Hejmara Psychology Kurdî ya 19yan derket
- URL: https://www.botantimes.com/hejmara-psychology-kurdi-ya-19yan-derket/
- Published: 2024-09-23T08:43:39.000Z
- Updated: 2024-09-23T08:43:39.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Çand û huner, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, Psychology Kurdî, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Kovara Derûnnasîyê Psychology Kurdî bi hejmara xwe ya 19an derket pêşberî xwendevanan.

Kovar ji sala 2016an ve ji çar mehan carekê tê weşandin.

Her hejmar cih dide dosyeyeka taybet û nivîsên têkildarî derûnnasîyê yên curbicur.

Edîtoryaya kovarê di vê hejmara Psychology Kurdî ya nû de dîsa cih daye mijareka girîng bi dosyeyeka bi navê ‘Medya û Derûnnasî’yê.

Ev hejmar bi gelek nivîs û gotarên curbicur li ser medya û derûnnasîyê pêşberî xwînerên xwe ye.

Kovara ku di bin banê Avestayê de weşanê dike bi edîtoriya Abdulsittar Özmen, Siyabend Aslan, Samed Doğan, Leyla Turhan û Gülperî Gündüz ve tê birêvebirin.

Naveroka hejmarê bi vî awayî ye:

**Li Tirkiyeyê Bandora Derûnî ya Erdheja 2023an**

Jan Ilhan Kizilhan, Johanna Neumann, Siyabend Aslan, Erdal Aladağ, Abdulsamet

Doğan, Abdullatif Meşe, Ahmet Bekisoglu, Thomas Wenzel

Wergera ji îngilîzî: Abdulsıttar Özmen

**Bengîtiyên Dîjîtal û Bêpergaliyên Derûnî yên Modern**

Azad Dildar

**Çima Çapemenî Her Tim di Çalê de ye?**

Ali Duran Topuz

**Rojnamegerên Kurd li ser Ragihandina Bûyerên Trawmatîk Diaxivin**

Psychology Kurdî

**Di Jiyana Perwerdehiyê de Sûdwergirtina Xwendekaran ji Medyaya Civakî**

Enver İleri

**Mafên Zarokan û Medya**

Gülperi Gündüz

**Hevpeyvîn bi Cemal Dindar re**

Wergera ji tirkî: Ali Akan

**Medya û Bandora Wê ya Derûnî: Rê û Rêbazên Xweparastina ji Dezenformasyonê**

Nuh Bozkur

**Bandora Medyaya Civakî ji Aliyê Derûnî ve**

Hataw Ahmed Sharif

Wergera ji soranî: M. Ali Erol

**Bandora Medyaya Dîjîtal li ser Tendirustiya Zarok û Kamilan**

Bernhard Sandner

Wergera ji almanî: Siyabend Aslan

**Bengîtiya Ekranê**

Leyla Turhan

**Bandora Medyayê ya li ser Xwekuştinê**

Samed Doğan

**Averşêyayîşê Tarîxî de Psîkolojîyê Medya**

Erdal Gül

**Gîskê Gurî**

Hoşeng Nizarî

**Ji bo Zarokên Astengdarên Zihn ên di Asta Perwerdehiyê de Piştgiriya Şiyanên Ziman û Axaftinê**

Wehab Şehîn

**“Şitla Windayî” û Hêviyên Bêsînor**

Mesut Umar

**Pirs û Bersiv**

Bi Reşo Zîlan re

**Termên Derûnnasiyê**

Psychology Kurdî