> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Hejmara rojnamevanên desteserkirî bûye 9
- URL: https://www.botantimes.com/hejmara-rojnamevanen-desteserkiri-buye-9-kes/
- Published: 2024-11-27T21:56:06.000Z
- Updated: 2024-11-27T21:56:06.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, Rojnamegerî, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Roja 26ê Çirîya paşiyê ya sala 2024ê Serdozgeriya Komarî ya Eskîşehirê dema desteserkirina 9 rojnamevanan rojekê dirêj kiriye. Herî dawî rojnamevana azad Havin Derya li Antalyayê hatiye desteser kirin.

## Veguhastina Eskîşehirê bi awayekî ne mirovî pêk hatiye

Rojnamevanên ku li Stenbolê hatine desteser kirin, êvarî bi wasiteyeka polîsan hatine veguhastin bo Eskîşehirê. Di dema rêwîtiya 8 saetan de rojnamevan bi kelepçe hatine girêdan û destûr nehatiye dayîn ku bi hev re biaxivin.

## Parêzeran îtiraz kirine

Parêzerên bianetê ji bo rojnamevana xwe Tuğçe Yılmaz îtirazeka hiqûqî pêşkêş kirine. Parêzer Deniz Yazgan Şenay gotiye ku ji ber nehînîbûna lêpirsînê, negihîştine dosyeyê û ev yek ne li gor hiqûqê ye.

## Îtiraz di 3 saetan de hatiye red kirin

MLSAyê ji bo rojnamevan Erdoğan Alayumat îtirazek pêşkêş kiriye. Lê Dadgeha 2\. ya Cezayê Aştiyê ya Eskîşehirê di nav 3 saetan de ev îtiraz red kiriye. Li gor dadgehê, desteserkirin ji ber "endamtiya rêxistinê" pêk hatiye.

## Desteserkirina rewşenbîr û hunermendan

Di nav kesên hatine desteser kirin de gelek rewşenbîr û hunermend jî hene. Derhêner Ardin Diren, helbestvan Hicri İzgören, nivîskar û wergêr Ömer Barasi, karîkaturîst Doğan Güzel û hunermendê wêneyê Emrah Kelekçier ji wan in.

## Li Diyarbekirê rewş cida ye

Rojnamevanên ku li Diyarbekirê hatine desteser kirin, nehatine veguhastin bo Eskîşehirê. Tê payîn ku îfadeya wan îro were girtin.

Çavkanî:

- Botan Times
- bianet