> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Hejmara yekem a Kovara 'Şor û Zanîn' derketiye
- URL: https://www.botantimes.com/hejmara-yekem-a-kovara-sor-u-zanin-derketiye/
- Published: 2023-06-06T12:16:48.000Z
- Updated: 2023-06-06T12:16:48.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Enstîtuya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Kobanî kovareka nû derxistiye. Navê kovarê "Şor û Zanîn" e.

Kovar di hejmara xwe ya yekemin da bi sernavê "Zanîn xwebûn e, xwebûn hebûn e" derketiye pêşberî xwendevanan.

Gotarên di kovarê da li ser zanistên ziman, perwerde, felsefe, jîngeh û zanistên civakî ne ku ji aliyê mamosteyên Zanîngeha Kobanî ve hatine nivîsandin.

Di kovarê da lêkolîn û gotarên akademîk cih digirin. Kovar wekî hejmara Bihara 2023yan derketiye.

Çavkanî: Diyarname