> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Helbestên bi zimanê Spanî yên Bextiyar Elîyî hatine weşandin
- URL: https://www.botantimes.com/helbesten-bi-zimane-spani-yen-bextiyar-eliyi-hatine-wesandin/
- Published: 2023-05-23T12:29:21.000Z
- Updated: 2023-05-23T12:29:21.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Kovara Spanî ya bi navê Círculo de Poesía-yê helbestên Bextiyar Elîyî weşandine.

Ji bo cara yekê çend helbestên romannivîs, helbestvan Bextiyar Elî di kovareke navdar a wêjeyî ya Amerîkaya Latîn de bi zimanê Spanî tên weşandin.

Wergêr û nivîskarê kurd Zhyar Homer bi hevkariya helbestvanên Amerîkaya Latîn helbestên helbestvanên kurd wergerandine spanî.

Homerî ji Kurdsat re wiha gotiye:

“Ev yekem car e nivîsên Bextiyar Elî bi zimanê spanî tê weşandin û haya nivîskarî bi xwe jî ji wergerê heye."

Wî got ku werger di kovara Círculo de Poesía de hat weşandin, ku niha jêdera herî pir tê xwendin û çêtirîn e ji bo xwendina helbestn bi Spanî ye.

Çavkanî: Kurdsat

Kurmancîkirin: Tubanûr Dumanli