> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Helbestên Selîm Temo bo zimanên biyanî hatine wergêran
- URL: https://www.botantimes.com/helbesten-selim-temo-bo-zimanen-biyani-hatine-wergeran/
- Published: 2023-07-08T06:46:16.000Z
- Updated: 2023-07-08T06:46:16.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, DIYARBEKIR, Helbesta Kurdî, Kurd, Kurdî, selîm temo, selîm temo ergül, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Helbestên helbestkar û akademîsyen Selîm Temo bo çendîn zimanên biyanî hatine wergêran.

Helbestkar Selîm Temo li ser [bloga](http://vinkovar.blogspot.com/2023/07/olana-helbesten-min-di-penc-zimanan-de.html?ref=botantimes.com) xwe ya şexsî di nivîsareka xwe da behsa wergêranên helbestên xwe yên bo zimanên biyanî kir. Temoyî da zanîn ku heta niha helbestên wî bo çendîn zimanên biyanî hatine wergêran û weşandin.

Tîrmeha 2023yan 6 helbestên Temoyî ji kurdî bo spanyolî ji aliyê Jiyar Homer û Elias Olaviaga ve hatine wergêran. Helbestên hatî wergêran di kovara *Este Pais*ê da bi sernavê "[Poesia kurda: 6 Poemas de Selîm Temo](https://estepais.com/cultura/poesia-kurda-6-poemas-selim-temo/?fbclid=IwAR1L4NebRYM0C2Zg4u5tHALL6z-ky2Te0vriw47e3LQiS-%5F1CGYift8mors&ref=botantimes.com)" (Helbesta Kurdî: 6 Helbest ji Selîm Temoyî) hatine weşandin. Kovara *Este Pais*ê, yek ji kovarên edebî ya spanyolî ye ku 32 sal in tê weşandin.

Heman mehê, helbesteka din ya Temoyî "Li Roboskê" bo zimanê baskî ji aliyê Fito Rodrigez ve hate wergêran.

Yek ji zimanê din yê ku helbesteka helbestkar Selîm Temo bo hatî wergêran îtalî ye. Helbesta "Batirsonekê Nav Kunciyan" ji aliyê Francesco Marilungo ve bo îtalî hat wergêran ku tê çaverêkirin helbest di kovara *Internazionale* da bê weşadin.

**Rêzepirtûkên helbestên kurdî tên amadekirin**

Weşanxaneya Pinsapo Pressê, ku li New Yorkê ye, daye zanîn ku ew di warê wergêrana helbestên kurdî da dest bi weşandina "Rêzepirtûkên Helbesta Kurdî" dikin. Di vê çarçoveyê da pirtûka yekem ya vê pêngavê ji helbestên Selîm Temoyî pêk tên. Bijardeya yekem ya bi navê [Nightlands ](https://twitter.com/oykutekten1/status/1675863806562410499?ref=botantimes.com)(Welatên Şevê) e ku ji aliyê Zêdan Xelef û Alana Mariel Levinson-LaBrosse ve bo ingilîzî hatine wergêran.

Pirtûka bi navê *Nightlands* tê çaverêkirin ku meha îlonê bê çapkirin. Weşanxaneya Pinsapoyê daxwaz dike ku ji soranî, kurmancî û zazakî guldesteyên helbestan bo ingilîzî wergêre û di pirtûka navborî da biweşîne.