> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Hemasê li Îsraîlê daye: "Îsraîl di şerî de ye!"
- URL: https://www.botantimes.com/hemase-li-israile-daye-israil-di-seri-de-ye/
- Published: 2023-10-07T18:20:28.000Z
- Updated: 2023-10-07T18:20:28.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: SERNÛÇE, #ZindîÎsraîlHemas, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Çekdarên Hemasê bi sedan fûze berdane aliyê Îsraîlê. Botan Times ji medyaya navneteweyî agahîyan ji bo we berhev dike

- \* **REUTERS:** Ji xelkê Îsraîlê herî kêm 200 kes mirine, zêdetirî hezaran hatine birîndarkirin û gelek kes hatine revandin
- \* **NBC:** Hemasê zêdetirî 2 hezaran fûze berdane Îsraîlê
- \* **The Guardian:** Wezareta Parastiyê ya Îsraîlê piştrast dike ku leşkerên wan hatine revandin
- \* **France 24:** Herî kêm 70 kesên ji Îsraîlê û 232 kesên ji Xezayê hatine kuştin
- \* **NY Times:** Wezareta Saxlemîyê ya Îsraîlê eşkere kiriye ku jimara birîndarên li nexweşxaneyan 1452 ye. Birîna 267 kesan giran e.
- \* **The Jarusalem Post:** Talîbanê ji Îranê xwestiye ew rêyê bidin wan da biçin alîkarîya kampanyaya terorîzmê bikin
- **\* Tasnim:** Ev operasyona herî serkeftî ya Hemasê li dijî Îsraîlê kirî ye
- **\* CNN International:** Joe Biden "Dewletên Yekbûyî li pişt Îsraîlê ye"

Benjamîn Netenyaho, serokkomarê Îsraîlê piştî êrîşê got "em di şerî de ne û em ê bi ser bikevin."

Li Îranê xelkê li kolanan dest bi pîrozkirina êrîşa li dijî Îsraîlê kiriye. Ji aliyê dî ve Tirkiyeyê xwestiye herdu alî bisekinin û welatên wek Amerîkayê piştgirîya xwe ya ji bo Îsraîlê eşkere kiriye.

> [](https://twitter.com/HananyaNaftali/status/1710722159687966981?ref=botantimes.com)