> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Hemze Yusûf li Îskoçyayê bû yekem serokwezîrê Misilman
- URL: https://www.botantimes.com/hemze-yusufi-li-iskocyaye-bu-serokwezire-yekem-ye-misilman/
- Published: 2023-03-28T20:31:16.000Z
- Updated: 2023-03-28T20:31:16.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Piştî seroka Partîya Neteweyî ya Îskoçê û Serokwezîra Herêma Îskoçyayê îstifa kir, Hemze Yusûfî jî bû serokê nû yê partîyê.

Piştre li Parlamentoya Îskoçyayê dengdayîn hat kirin.

Hemze Yusûfê bi eslê xwe ji Pakistanê ye, di dengdayînê da bi ser ket û weke Serokwezîrê Herêma Îskoçyayê hat hilbijartin.

Bavê Hemze Yusûfî ji Pakistanê ye. Di salên 1960î da koçî Îskoçyayê kiriye û dîya wî jî ji Kenyayê ye.

Li Brîtanyayê ev cara yekem e ku siyasetmedarekî Misilman dibe xwedîyê postek wiha bilind.