> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# “Her ku biha zêde dibe, kirîn û firotin kêm dibe”
- URL: https://www.botantimes.com/her-ku-biha-zede-dibe-kirin-u-firotin-kem-dibe/
- Published: 2023-01-13T14:36:21.000Z
- Updated: 2023-01-13T14:36:21.000Z
- Author: Beril Caymaz
- Tags: SERNÛÇE, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/01/IMG_6018.webp)

Yek ji xwerînên Diyarbêkirê yên herî popûler şîranî ye.

Serokê Odeya Xweringeh, Kebabfiroş û Şîraniyan a Amedê Haşim Elkanî ji IHAyê re diyar kiriye, asta şîrîniyên ku di sala 2022an de hatine çêkirin li gorî salên berê zêdetir e.

Par li Diyarbekirê 2 hezar û 500 ton şîranî hatîye çêkirin.

Botan Timesê li ser vê gotinê bi du şîranîfiroşan re axaft. Her du jî bi salan e li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê kar dikin.

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/01/IMG_6010-2.webp)

Şêranîfiroşê ku 25 sal in şîranîyan difiroşe û naxwaze navê xwe eşkere bike got ji ber vê krîzê kar tinne ye, ji sala çûyî vir ve nikarin şiranîya bifroşin.

> Em nikarin malzemeyên ji bo çêkirina şîrînayî bibînin, tîştên ku em dibinn jÎ pir biha ye. Tûrsêk ard 8-9 sed lîraye, şêkir jî bûye hezar û 250 lîreyî. Berê me fistiqan bi tonan dikirî lê niha em nikarin bi kîloyan bistînin.”

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/01/sehmus5.jpg)

Yek jî şîrînfiroşê ku bi salan e li Dagkapiyê li dikana Sehmus Tatlî kar dike got:

> Em mehane 500 kîlo şêranîyan difiroşin.  
>  
> Ew der zincîre-saziyek e, çend dikanên din jî hene. Niha kîloya Kadayifa Bûrme bûye 2 sed û 40 lîreyan e. Di dawî ye Çilêye de dê bibe 2 sed û 70 lîre.  
>  
> Her ku bihayên malzemeyên şîrînayî bêtir bibe fiyat jî radibe.

Ew dibeje ku her ku biha zêde dibe, kirîn kêm dibe.