> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Hevşaredaran bersiv daye bangên "ALO 153"yê
- URL: https://www.botantimes.com/hevsaredaran-bersiv-daye-bangen-alo-153ye/
- Published: 2024-08-26T10:16:08.000Z
- Updated: 2024-08-26T10:16:08.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Rojev, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

**Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun ji bo banga welatiyan a li Navenda Telefonê ya "ALO 153"yê bersivandin û daxwaz û pêşniyar ji yekîneyên eleqedar re şandin.**

Hevşaredarên Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun li Navenda Telefonê ya ALO 153yê ya li Sumerparkê di bin banê Serokatiya Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel de dixebitin dest bi karî kirin.

Hevşaredaran bi Alîkarê Sekreterê Giştî Azîz Ozdogan û Seroka Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel Bêrîvan Guneş re der barê xebatên navenda bangê de agahî ji serokên yekîneyan wergirtin.

**Hevşaredaran bersiv da bangên welatiyan**

Hevşaredaran bi xwe bersiv da bangên welatiyan ên li Navenda Telefonên ALO 153 û pêşniyar, daxwaz û giliyên wan girtin. Hevşaredaran bi baldarî li daxwazên gel ên di bangên hatin de guhdarî kirin û daxwaz ji yekîneyên pêwendîdar re ragihandin ku li nuqteya çareseriyê lez bikin.

**Kapasîteya navenda telefonê dê bê zêdekirin**

Hevşaredaran her wiha ji bo xebatên bi lez û pêbawer ji bo zêdekirina kapasîteya 153 Navenda Banga ALO'yê yekîneyên têkildar wezîfedar kirin.

---

Çavkanî: Şaredariya Bayarê Mezin a Amedê