> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Hikûmetê taxa kurdan dorpêç kiriye - ji serman kelûpelên xwe dişewitînin
- URL: https://www.botantimes.com/hikumete-taxa-kurdan-dorpec-kiriye-ji-serman-kelupelen-xwe-disewitinin/
- Published: 2023-01-25T12:04:50.000Z
- Updated: 2023-01-25T12:04:50.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2023/01/suriye.jpeg)

Wêne: RSF

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî [daxuyand](https://www.amnesty.org.tr/icerik/suriye-hukumet-yetkilileri-halepte-kurtlerin-yogun-olarak-yasadigi-bolgelerde-sivillere-yonelik-kusatmayi-kaldirmali?ref=botantimes.com)iye ku li bajarê Helebê yê Sûriyeyê leşkerên girêdayî hikûmetê dora taxên kurdan girtiye.

Kesên li wê derê dijîn bêxarin û bêav mane. Dermanên wan nemane. Sar e. Ji serman dest bi şewitandina kelûpelên xwe kirine.

## “Sivîl ji alîkariya mirovî bêpar in”

Li gor [wergera bianet kurdîyê](https://bianet.org/kurdi/mafen-mirovan/273274-dive-hikumeta-suriyeye-dorpeca-li-ser-heremen-kurd-le-dijin-rake?ref=botantimes.com) di raporê de ev xal hene:

> Ji Tebaxa 2022yê heta niha ango ji roja hikûmetê ew der dorpêç kiriye heta niha, kesên di nava welêt de ji cih û warên xwe hatine kirin jî din av de, bi deh hezaran sivîl, bi rengekî cidî ji sotemenî û alîkariya mirovî bêpar in.  
>  
> Tê gotin ku kelûpelên tenduristiyê hindik mane biqedin û ji bo ji serma zêde xwe biparêzin, mirov kelûpelên xwe û plastîkan dişewitînin.  
>  
> “50 gund jî di nav de herêmên li Şêx Meqsûd, Eşrefiyê û Şehbayê yên li bakurê Helebê dikevin di bin kontrola konseyên sivîl ên kurd de ne ku bi Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê re têkildar in  
>  
> Ketina sotemenî, ard û alîkariya mirovî ya van herêman di bin kontrola hikûmeta Sûriyeyê de ye.  
>  
> Niştecihên herêmê dibêjin ku piştî têkiliyên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de ber bi asayîbûnê ve çûn, dorpêç di meha Tebaxê de destpê kir. Hikûmetên Sûriyeyê û Tirkiyeyê bi temamî li dijî rêveberiya konseya sivîl a kurdan in.  
>  
> Rêxistina Efûyê