> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Hikûmetên çar alîyê cîhanê astengîyan tînin li ser TîkTokê
- URL: https://www.botantimes.com/hikumeten-car-aliye-cihane-astengiyan-tinin-li-ser-tiktoke/
- Published: 2023-03-17T09:25:59.000Z
- Updated: 2023-03-17T09:25:59.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Danayên herî dawî hatine parvekirin destnîşan dikin ku li seransera cîhanê zêdetirî milyarek meriv Tîktokê bikar tînin.

Li seranserê cîhanê hikûmektan dest bi qedexekirin û sînordarkirina TîkTokê kirine. Ew TîkTokê wekî talûkeyek dibînin.

> TîkTok di destpêkê da li Hîndistanê di sala 2020an da hatiye astengkirin.  
>  
> Li Amerîkayê him serdema Trump him jî ya Biden da astengkirina TîkTokê bûye mijar.  
>  
> Kanadayê jî hefteya çûyî TîkTokê ji telefonên ku dewletê daye asteng kir.  
>  
> Taywan, Yekîtîya Avrupayê, Endonezya, Pakistan û Afganistan ji wan welatan e ku TîkTokê çi bi demkî çi timî asteng kirine.

[Di lîsteya bikarhinerên TîkTokê ya li seranserê cîhanê ya 2023an da ](https://worldpopulationreview.com/country-rankings/tiktok-users-by-country?ref=botantimes.com) dihê dîtin ku li Tirkîyeyê 85 milyonan meriv TîkTokê bikar tînin.

**Werger û berhevkirin: Yonca Sarsilmaz**