> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# “Hilbe Kobanî”: Selîm Temo ji bo Kobanî nivîsî
- URL: https://www.botantimes.com/hilbe-kobani-selim-temo-ji-bo-kobani-nivisi/
- Published: 2025-01-27T14:16:14.000Z
- Updated: 2026-05-17T19:22:41.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Edebiyat, Nûçe, #Migrated-1779045399267, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:16

Selîm Temo, ji bo salvegera 10\. a azadiya Kobaniyê pirtûkekê çap kiriye ku navê xwe *Hilbe Kobanî* ye. Pirtûk ji aliyê Weşanxaneya Darayê ve di roja salvegera azadiya Kobaniyê de hatiye weşandin.

Helbestkar Selîm Temo, du sal piştî çapa *112 Hesp û Xezelek*ê bi pirtûkeka nû hat pêşberî xwîneran. Navê pirtûka Temoyî *Hilbe Kobanî* ye û wek helbesteka teatral hatiye nivîsîn. Selîm Temo û Weşanxaneya Darayê danasîn û nûçeya çapa pirtûkê di 26ê Çileyê de ku roja serkeftina Kobaniyê ye, di saet “sisê kêm deh deqîqe” de belav kirin. Pirtûk ji du perdeyan pêk tê û 72 rûpel e.

Pirtûka nû ya Selîm Temoyî wek “helbestşano” (poetheatrical) hatiye pênasekirin û besta xwe ji sirûda Serhildana Agiriyê (“Hilbe Agirî”) digre. Lehengên helbeste-şanoyê -“vebêj”, “orkestra” û “koro”- sehneyên berxwedana Kobaniyê di nav dîrok û mekanê de dinimînin. Pirtûk hem ji bo xwendin û hem jî ji bo leyîstinê ye.

Cumhur Ölmez edîtoriya pirtûkê kiriye û bergê pirtûkê ji aliyê Leyla Çelik ve hatiye çêkirin. Xwîner dikarin pirtûkê ji pirtûkgehan û li ser malperên pirtûkan peyde bikin.

Nûçe: [vinkovar](https://vinkovar.blogspot.com/2025/01/selim-temo-hilbe-kobani-derket.html?ref=botantimes.com)