> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Hilbijartinên 2023yan: Zêdetirî 4 milyon hilbijêr dê cara ewil dengê xwe bidin
- URL: https://www.botantimes.com/hilbijartinen-2023yan-4-milyon-zedetir-hilbijer-de-cara-ewil-dengen-xwe-bidin/
- Published: 2023-04-24T10:31:29.000Z
- Updated: 2023-04-24T10:31:29.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, HasanCEmal, Hilbijartinên 2023yan, #Migrated-1779046941970, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:43

Ji Hilbijartinên Giştî û ya Serokkomariyê ra ku di 14ê Gulana 2023yan da pêk bên 20 roj mane.

Li gor rêza di pusulaya dengdanê da dê Recep Tayyip Erdoğan, Muharrem Înce, Kemal Kılıçdaroğlu û Sinan Oğanî ji bo kursîya serokkomariyê bi dest bixin tebikoşin.

Li seranserê Tirkîyeyê dê 24 partiyên siyasî û 151 namzedên serbixwe yên parlamenteriyê bikevin Hilbijartina Giştî ya Parlamentoyê.

Hin partiyên siyasî bi 5 tifaqên cuda di bin navê tifaqên "Cumhur", "Miletî", "Ata", "Ked û Azadî" û "Yekîtiya Hêza Sosyalîst" dikevin hilbijartinan.

**191 hezar û 884 sindoq dê bên danîn**

Li seranserê Tirkiyeyê dê li 973 navçe û 1094 lijneya navçeyan 191 hezar û 884 sindoq bên danîn.

Li welêt û li derveyî welêt bi giştî 64 milyon û 113 hezar û 941 hilbijêr dê dengên xwe bikarbînin.

Li welêt cara ewil dê 4 milyon û 904 hezar û 672 hilbijêr dengên xwe bidin.

Li hemû bajarên Tirkîyeyê dengdan wê di seat 08.00an da dest pê bike û seat 17.00an da bi dawî bibe.