> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Hilbijartinên Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê hatin bipaşxistin
- URL: https://www.botantimes.com/hilbijartinen-reveberiya-xweser-a-bakur-u-rojhilate-suriyeye-hatin-bipasxistin/
- Published: 2024-06-06T08:34:59.000Z
- Updated: 2024-06-06T08:34:59.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, DIYARBEKIR, Kurd, Kurdî, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê heta Tebaxa 2024an hatin bipaşxistin.

Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê ragihandibû ku dê 11ê Hezîranê hilbijartinên şaredarîyan bên kirin.

Piştî vê biryara Rêveberîya Xweser gelek karvedan hatine kirin û Tirkîyeyê çendîn caran bi rêya dronan û sîhayan rojava bombebaran kir.

Herwiha Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê jî ragihandibû ku “Mercên hilbijartinan li herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê nînin.”

Li gorî nûçeya Rûdawê Rêveberîya Xweser îro bi daxuyanîyeka nivîskî ragihandîye ku hilbijartin ji ber "daxwaza partî û tifaqên sîyasî û bi armanca ku hilbijartin bi temamî bi awayekî demokratîk bên kirin" hatine taloqkirin.

Hat ragihandin ku dê hilbijartin tebaxa îsal bên kirin lê di daxuyanîyê da roja hilbijartinan nehat dîyarkirin.