> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# "Hinar"a Rewşanê dê roja Înê derbikeve!
- URL: https://www.botantimes.com/hinara-rewsane-de-roja-ine-derbikeve/
- Published: 2024-10-14T12:22:42.000Z
- Updated: 2024-10-14T12:22:42.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Çand û huner, Hilbijartîyên Edîtoran, Nûçe, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Hunermend Rewşanê roja derketina albûma xwe ya nû aşkera kiriye. Ev albûma bi navê "Hinar"ê dê di 18ê Çirîya pêşînê de, roja Înê li ser platformên dîjîtal bê belavkirin.

## Naveroka albûmê

Albûma "Hinar" ji 9 stranan pêk tê û Rewşanê bi xwe gotinên hemû stranan nivîsandine. Piranîya muzîkên wan jî aîdê wê ne. Albûm mijarên gerdûnî yên wekî evîn, hêvî, êş, bêçarî û xwebûnê dihewîne.

## Amadekirina albûmê

Qonaxa amadekirina albûmê, nivîsandina stranan û amadekirina besteyan di demên cida yên jiyana Rewşanê de pêk hatiye. Aranjekirina stranan, studyo û mix-mastering li Stenbolê 2 salan dom kiriye.

## Beşdarên albûmê

Aranjeya albûmê ji alîyê pirînstrumanîst Hakan Gürbüz ve hatiye çêkirin. Gelek muzîkjenên navdar di vê albûmê de cih girtine. Di nav wan de Cenk Erdogan, Ediz Hafizoglu û Elîf Dikeç hene. Evren Arkman jî berpirsîyarê mix û masteringê ye.

## Alîyê dîtbarî

Dizayna berga albûmê bi wêneyên Senanur Akıl ji alîyê Better Thingsê ve hatiye amadekirin. Gökçe Karaaslan û Şeyma Erikçi jî li ser stîlê xebitîne.

## Belavkirin û konsera danasînê

Albûm dê bi rêya Believe bi awayê dîjîtal û ji alîyê Aynalı Record ve wekî plak jî bê weşandin. Konsera danasîna albûmê dê di 15ê Çirîya paşînê de li Volkswagen Arena ya Stenbolê pêk were.

## Xwediyên kedê

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2024/10/Rewsan-HINAR-Album-Kapagi--scaled.jpg)

HINAR - Album Nasname  
Çêker: Rewşan  
Arrangement: Hakan Gürbüz  
Gitar: Cenk Erdoğan  
Dehol: Ediz Hafızoğlu  
Kopuz-Gitar: Emre Ay  
Keyboards: Elif Dikeç  
Percussion: Ali Emre Algir  
Trompet: Barış Doğukan Yazıcı  
Zirne-Bilur: Serkan Yıldırım  
Bas- Elektrik/Akustik Gitar-Key-Ud: Hakan Gürbüz  
Vokalên Paş: Rewşan - Hakan Gürbüz  
Mix-Mastering: Evren Arkman  
Qeyd: Aynalı, Undo, Harem’s Sound, Studio Koma  
Artwork & Concept Design: Better Things  
Fotografkêş Senanur Akıl  
Styling: Gökçe Karaaslan  
Make-up & Por: Şeyma Erikçi  
Management: Cansın Angı

## Rewşan kî ye?

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2024/10/Rewsan-Foto2-.jpg)

BT

Rewşan, hunermendekê li Stenbolê dijî, kemanjen, bestekar û berhevkar e. Di demên  
borî da li nav gelek proje û xebatên muzikî de cih dirtiye. Rewşan di sala 2018’an bi  
albûma “Ax Lê Wesê” dest bi karîyera xwe ya solo kir. Salên li dû, bi stranên nû û bi  
berhevkariya stranên kevin li nav cîhana muzîkê da ciheke giring girt. Di sala 2020î bi  
albûma xwe ya Tov, li nav lîsteyên muzika world ya cîhanê da hate ecibandin.  
Par 2 albûmên serkeftî ku ji performansên zindî pêk dihat parve kir. Vîdeoyên van  
albûmên bi navê "Live Session Vol'1" û“ "Live Session Vol'2" bi mîlyonan hate  
temaşekirin. Di sala 2023î Rewşan li Festîvala Eldfestenê ku ji aliyê National Touring  
Theatre hatibû sazkirin, performanseke bi navê “"Call For Freedom" pêk anî. Di heman  
salî de turneya xwe ya yekemîn a Ewropayê li bajarên Rotterdam, Bern, Köln, Essen ve  
Frankfurtê bi awayeke serkeftî çêkir û li gelek bajaran bilêtên wê qediyan.  
Rewşan, li konserên xwe da hestên kûr ên guhdarên xwe radike piyan. Bi xebatên xwe  
yê muzîkal pireke din di navbera çanda Kurdî û muzika hemdem da ava dike. Bi vî  
awayî fûzyoneke gerdûnî pêşkeşî guhdarên ji hev cuda dike. Hunermend, bi  
orkestrayeke bi qabiliyet, li welat û derveyî welat konserên xwe didomîne.

## Rewşan Discography

  
Live Session Vol. 2, (Bostancı Gösteri Merkezi) Album, 8 Track, 2024  
Mala Te li Kêrê Ye, Where is Your Home, Single, 2023  
Live Session Vol. 1, (İzmir Concert) Album, 12 Track, 2023  
Dîlo Malê Min Dîlo, My Heart is My House, Single, 2022  
Yarê, My Darling, Single, 2022  
Xuçê, Sister, Single, 2022  
Kavir, The Lamp, Single, 2022  
Şalik Şînokê & Mayro, With Blue Scarf & Mayro, Single, 2021  
Tov, The Seed, Albüm, 10 Track, CK Music Production, 2020  
Destmala Min, My Handkerchief, Single, 2019  
Bingol, Single, 2019  
Azizakam, My Dear, Single, 2019  
Kirasê Te, Your Dresses, Single, 2019  
Ax Lê Wesê, Oh Wesila, Album, 8 Track, 2018