> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# HSD: Êrişên Tirkîyeyê dê bê bersiv nemînin
- URL: https://www.botantimes.com/hsd-erisen-tirkiyeye-de-be-bersiv-neminin/
- Published: 2024-01-15T07:59:11.000Z
- Updated: 2024-01-15T07:59:11.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Nûçe, 2023, Amed, DIYARBEKIR, HSD, Kurd, Kurdî, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) derbarê êrişên Tirkîyeyê daxuyanîyeka nivîskî belav kir.

Piştî şer û pevçûnên di navbera PKKyê û Tirkîyeyê yên li herêma Zapê, Tirkîyeyê gelek cihên Rojavayê bombebaran kirin.

Êrişên esmanî yên Tirkîyeyê li ser Rojavayê berdewam dikin ku di encama wan êrişan da zîyan gehişte gelek jêrxane û dezgehan.

Li gorî nûçeya Rûdawê di daxuyanîyê da hat destnîşankirin ku balafirên şer û dronan di du rojên dawî de sazîyên enerjiyê, santralên elektrîkê, embarên genim, îtfaîye, malên sivîlan, baxçe, rêyên sereke û derdora bajaran bombebaran kirine.

HSDyê herwiha ragihand ku di encama bombebaranan de wêraniyeke mezin çêbûye ku xizmetên enerjî, elektrîk û avê li ser bi sed hezaran kesî qut bûye.

HSDyê diyar kir ku bombebaranên ku sivîlan dikin armanc tawanên şer in.

HSDyê di daxuyaniya xwe de anî ziman: “Em tekez dikin ku mafê me yê rewa ye ku em bersiva êrişan bidin. Em dê gelê xwe û axa xwe ji her demê bi hêztir biparêzin. Şervanên me dê êrişên dewleta Tirk a dagirker bê bersiv nehêlin.”