> ## Content Index
> Fetch the complete content index at: https://www.botantimes.com/llms.txt
> Use this file to discover other available public pages before exploring further.

# Hûn ji vî heywanî ra çi dibêjin? 47 navên wê hene!
- URL: https://www.botantimes.com/hun-ji-vi-heywani-ra-ci-dibejin-47-naven-we-hene/
- Published: 2024-10-04T08:53:05.000Z
- Updated: 2024-10-04T08:53:05.000Z
- Author: Botan Times
- Tags: Çand û huner, Nûçe, Amed, DIYARBEKIR, Kurdî, #Migrated-1779046579484, #wp, #wp-post, #Import 2026-05-17 22:37

Kurdî ji alîyê ferhengoka xwe ve zimanekî berfireh e. Ji ber gelek sedemên cuda, bilêvkirina peyvên kurdî li gorî bajar, herêm û hwd. diguhere. Hetta di navbera du gundên cîran da jî bilêvkirineka cuda û ferhengokeka cuda ya kurdî derdikeve meydanê. Ji ber vê yekê jî dibe ku peyvek bi gelek awayên cuda bê bilêvkirin û nivîsîn. Ji alîyê çendîn kom û sazîyan ve xebat têne kirin ji bo standartkirina zimanî. (ji alîyê peyvan ve jî)

Weqfa Mezopotamyayê sazîyeka çand û zimanî ye ku ew li ser wan mijaran dixebitin û lêkolînan dikin. Ew hewil didin zimanekî standard yê kurdî ava bikin û xebatên xwe jî dê wê nezerê da didomînin ku wan kitêbeka rastnivîsîna kurdî 'Rêbera Rastnivîsînê' amade kirîye û xebatên wan yên standardkirina zimanî hêj berdewam in ku komxebatên wan hene ji bo wê yekê.

Li gorî [ferhenga online ya Weqfa Mezopotamyayê](https://ferheng.wmezopotamyaye.org/?ref=botantimes.com) 47 navên/varyantên/bilêvkirinên (kerguh/tavşan/rabbit) hene.

(keloşk, kergo, kergoş, kergû, keroşk, kevroşk, kêrfoşk, kêrgî, kêrgo, kêrgoşk, kêrguh, kêrgû, kêrgûş, kêrgûşk, kêroşk, kêrîşk, kêrûşk, kêrvoşk, kêrvûşk, kêrwîşk, kêvrîş, kêvrîşik, kêvrîşk, kêvroşk, kêvrûşk, kêwîşk, kêwrîşk, kêwroşk, kêwrûşk, kiroşk, kirvoşk, kivrûşk, kîloşk, kîrgo, kîrgok,kîrgoşk, kîrîşk, kîroş, kîroşk, kîvroşk, kîwroşk, korgî, kwêrgî, xergoş, xergûş)

Wekî li jorî jî hatîye destnîşankirin 47 navên wî heywanî hene û wan wekî standart "Kerguh" qebûl kirîye.

***\*\* Derveyî hemî nîqaşên standartkirina kurdî ku gelek nêrînên cuda hene di vî warî da.***

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2024/10/Ekran-Resmi-2024-10-04-11.41.02.png)

![](https://botantimes.com/wp-content/uploads/2024/10/Ji-bo-malpera-nu-7-1.jpg)